Bafil Talebanî wekî Canawerê mikrofana tê naskirin… Wî sala par dema hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê mikrofon dişikand û ev sîfete bidest xistibû. Îsal li ser mijareke din sifeta pisporîyê wergirt. Ewjî pisporîya bêbextî û derewa ye…
Bafil Talebanî dereng hat nav meydana siyasetê, lê çawa hat wek dunya nedîtî û çav birçîya xwe avêt nava meydenê. Ne pîvan, ne wefa, ne rehim çi tişt pêre nebû.
Ka bînin bîra xwe we kengî rû û navê Bafil Talebanî ser hev ser hev li ser şaşa dît. Helbet wextê 22 Oktoberê… piştî ku Kerkûk teslîmî Heşdî Şebî kirî. Bi bêşermî derket ser şaşan, di destê wî de jî nameyek hebû, got me Kerkûk bi îmzeya 38 endamên serkirdayetiya YNK’ê teslîmî Iraqê kir. Bafil ev yek bi awayekî digo her wek ne îxaneteke niştimanî be, her wek Kerkûk radestî xwediyê wê yê resen kiribe û ne bajarek Kurdistanê be.
Dibêjin ku hatina Pencşemê ji Çarşemê diyar e..
Vê nav û deng bûna bi îxaneta Kerkûkê gelek tişt dan diyarkirin. Bafil Talebanî ne xwe û nejî şopa xwe hîç ne guhart. Ser heman selbiyetan (Negatif) berdevam bû heta roja me ya îro…
Piştî Kerkûk teslîm kirî çi çêbû werin em bînin bîra xwe…
Li nav YNK de çîroka hevdu jehrî kirinê derket. Heval û bira, dost û Rêveber her kesê got em hatine jehrîkirin. Hevdu sûcdar kirin, nav xwe mesele birin û anîn û piştre jî şûr ji boy hevdu kişandin.
Ev kesên ku kedkarên YNK’ê bûn wek Mele Bextiyar û bi dehan kesên din, di şevekî de ji YNK ê hatin avêtin. Vê bihêle dest danîn ser mal û milkên wanjî.
Kesên muxalîf yên di nava YNK ê de, wek Murat Kanî Kurdeyî, Hawkar Caf û bi dehan kesên din hatin kuştin.
Bafil Talebanî Kongrekî seyr di nava YNK ê de çêkir, wî destê eniya Şîe, kesên weke Kays Xezelî û kesayetên Heşdî Şebî girt û kongre bi wan re çêkir. Ev photo rastî bû. Û piştî vê kongrê qet ji xata Heşdî Şebî derneket…
Heke tu bêjîye Bafil Talebanî Heval kuj, raste…
Heke tu bêjîye Bafil Talebanî tu xak firoşî, raste…
Heke tu bêjîye Bafil tu gendelî û pereyên gumrikê didizî, ev jî raste…
Heke tu bêjîye Bafil tu şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê difroşî Îranê, ev ji raste…
Her tiştê xerab dike bes çermê rûyê wî gelek qahîme. Li meydana behsê demokrasiyê dike… Dibêje min Kerkûk rizgar kir.
Çû Hewlêrê û got, tişta girîng ne xizmete, belku Azadî ye… Bila tamam, tu behsa kîjan azadiyê dikî… Azadî ewe tu bi tanka êrişî otêla Lalezer bikî?.
Dibêjî gendalî heye. Kîjan gendalî ya deriyê Başmax..
Dibêje siyasetmedar ji boy xwe pere kom dikin. Yaa, ka mulkên te yên London, û ka qaseya veşartî ya Dabaşan…
Bafil Talebanî ev 8 salin hatiye meydana siyasetê, lê bi qasî 30 salan kiryarên genî û qirêj li dewrûberê xwe kom kirin.
Eybe kesekî weke vî Serokê partiyekê be li Kurdistanê.
Esasen divê cemawerê YNK ê û xelkê Silêmaniyê ji Bafil Talebanî re bibêjin êdî bes e. Vê siyaseta xwe ya qirêj û paşverû hilweşînin…