Piştî nûçeyeke Darka Mazî çend berpirsên Heşda Şebî tên darizandin

Nûçeyeke Darka Mazî di derbarê parçe erdekê li Mûsilê ku bi awayekî ne yasayî ji aliyê hin ji rayedarên Heşda Şebî ve dest bi ser de hatibû girtin û piştre weke parçe erdên biçûk hatibûn firotin, bû sedem ku ew kesên di nava Heşda Şebî de bi vî karî rabûyn werin darizandin û niha keysên darizandina wan li dadgeha Mûsilê ne.
Pêgeha Darka Mazî, di roja 14/10/2025an de, nûçeyek di derbarê parçe erdê dikeve Rojhilatê bajarê Mûsilê li beramberî devera Kokcelî ya li nêzî komelgeha Şirûq, ku yê şaredariya Mûsilê ye û ji aliyê Heşda Şebî ve hatiye dagîrkirin û paşan ev erd ku parçeyek pirr mezine hatiye dabeşkirin bo çendîn parçe erdên biçûk û piştre hatiye firotin, parve kir. Ev yek bû sedem ku dadgeha Mûsilê keyseke qanûnî di derbara vê mijarê de li ser kesên têkildarî vê gendeliyê bûne veke.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, piştî parvebûna vê nûçeyê kesên têkildarî vê mijarê yên ku dest di firoştin, pêdana moleta avakirinê û wergirtina parçe erdî da heyn niha li dadgeha Mûsilê doz li wan hatiye vekirin.
Li gor agahiyan dadwer Raîd ku serokê dadgeha Mûsilê ye bi xwe li ser vê dozê disekine, lê belê yek ji berpirsên Heşda Şebî yê bi navê “Waed Qedu” bi hemahengiya ligel serokê dadgeha Mûsilê doza wan sekinandiye heya ku hilbijartinên Îraqê bi dawî tên.
Her weha Darka Mazî zaniye, “Waed Qedu” kesên sûçbar haydar kirine ku bi rêya efserekî rêveberiya pasportên Mûsilê yê bi navê “Raîd Mihemed” pasportan ji xwe re çêkin, daku ger ev doz di berjewendiya wan de yekalî nebe bikarin Îraqê bi cî bihêln û birevin.
Navên kesên sûçbar bi vî awa ye:
1- Cefer Cemîl, birayê fermandarê lîwaya 30, hejmara telefona wî 009647510543887.
2- Seyid Heyder El-Erecî, fermandarê yekîneya destweşîn ya lîwaya 30 ya Heşda Şebî, hejmara telefona wî 009647726002228.
3- Ela, yê ku bi Ebu Wrud tê naskirin, berpirsê nivêsîngeha fermandarê lîwaya 30 ya Heşda Şebî.
4- Ebdullah Haşim yê berniyas bi Ebdullah Wehiş, efserê îstîxbarata lîwaya 30 ya Heşda Şebî.
5- Ehmed Dîzaq, kurê xuşka fermandarê lîwaya 30, hejmara telefona wî 009647706406993.
6- Sedam, bi navê Sedam Çikin û Ebu Îbrahîm tê naskirin, vî kesî moletên ewlehiyê dabûn ji boy avakirina parçe erdên hatine firotin, hejmara telefona wî 009647512187376.
7- Zeynulabidîn, yê bi navê Zînu tê naskirin, hejmara telefona wî 009647500977198.
8- Fîras, li goristana Gokcelî kar dike û hevalbendê Ebdullah Wehiş e.





