PKKê ev 10 Gerîla berî 15 salan dane kuştin û mirina wan veşartî ye

PKK-10-2010-mirin-ciwan-kurd-gerila-Info

Nasnameya 10 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li salaên 2008 û 2010ê li herêmên Zap, Metînayê û Xakurkê da ne kuştin û mirina wan veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê li 70 Mijdara 2025ê, nasnameyên 10 çekdarên xwe aşkere kirine ku li salaên 2008 û 2010ê li herêmên Zapê, Metînayê, Selmas Û Seqizê, Her wiha Amed berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

Navên wan:

Huseyn Ebdulla ji Mehabadê.

Huseyn Cuma ji Rihayê.

Turgut Selman ji Mereşê.

Ezîz Cengîz ji Elezîzê.

Serdar Ebdulla ji Amedê.

Ebdulrehîm Salih ji Mêrdînê.

Adem Mûsa ji Qersê.

Yeqûb Fayîq ji Mûşê.

Eşref Îsmaîl ji Colemêrgê.

Ehmed Mihemed ji Sêrtê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin, wan wezîfeya xwe bi serkeftî bi cîh anîn!.

Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.

Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.