Serxwebûna Kurdistanê nêzîktir bû!!!

Piştî kuştinên PKK êdî gazî û hawar pere nake

Bûbê Eser

Heger em dixwazin bibin dewlet
Divê em bi hevre bin weke milet
Ew kesên dibêjin tune me derfet
Bila rûnên li mala xwe nebin îbret

Ey miletê bê dewlet!!!

We dengê xwe ê rewa bi aweyekî demokratîk dane lîsteya ku tu kirî ye xwedî rê û rêbazekê. Ew rêbazeke weha ye ku tu tune nekirî ye. Ji bona mafê te yê rewa sed salin di nava tekoşînê de ye.

Ji bona tu li başûrê Kurdistanê bibe xwedî dewleta xwe ya serbixwe, te dengê xwe da lîsteya 275an.da ku ew mafê te biparêze. Ji ber ku bê dewletî tu nabe xwediyê xwe û tu tiştekî. Ji bona tu xwe û hebûna xwe biparêze te dengê xwe da xwe.

Ji ber ku ev lîste, dê te li başûrê Kurdistanê bike xwedê dewleteke serbixwe. Ev lîste dê bi saya dengê te wê bibe xwedî hêzeke ku mafê te ê rewa li hember desthilata Irakê biparêze. Loma jî girîng bû ev lîste zêdeyî yek milyon deng girt da ku bi xurtî bibe parêzgerê mafê gelê kurd ê rewa li Iraqê.

Ev lîste, wê bibe xwedî lêderketina mafê kurdan yên herçar perçên Kurdistanê. Ev lîste wê bibe hêz û qaweta li hember hemî dagirkeran da ku êdî wê nikaribin zilm û zordariyê li miletê te bikin.

Ey miletê bê dewlet!!!

Gelek girîng bû ku di vê hilbijartinê de daxwaza hîmê vê rêbaza pîroz ya serok Barzanî  bû ku yek milyon deng bû. Bi vê dengdanê we garantiya ku serok Barzanî bi rehetî bikaribe gengeşiya Kurdistaneke serbixwe li gel dewletan bike.

Bi serketina vê lîstê, wê destê serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî bêtir xurt bibe. Dê doza gelê xwe di qada navneteweyî de bi rehetî biparêze. Di hemî danûstendinên xwe yên dîplomatîk de wê doza mafê gelê xwe ya ji bona serxwebûna wî bîne zimên.

Bi serketina vê lîstê serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî bi bêhnfirehî, bi hêz û qaweteke xurt li ser hizra neteweyî dê başûrê Kurdistanê, biparêze û avadan bike.

Ey miletê bê dewlet!!!

Te di vê hilbijaratnê de diyar kir ku tu dixwazî ala te jî di nava al in cîhanî de bê dîtin. Loma te jî bi xurtî û bi piştgiriyeke mezin bi hêzeke xurt ji bona vê yekê lîsta kurd û kurdistanî bi ser xist. Tu çû ser sindokan û te dengê xwe ê demokratîk bi kar anî da ku ew bibe dengê gelê te li her çar perçên Kurdistanê.

Ey miletê bê dewlet, te bi bikaranîna mafê xwe ê demokratîk, dengê xêrnexwazan ji guhê kurdan derxist ku ew deng ne yê xêrê bû. Te bi vê dengdanê hewl da ku kesên welathêz bikaribin bi rehetî biaxivin, binivîsînin. Ji bona pêşketina welatê xwe bibe çirûskek ku tariya li ser welatê xwe hêdî hêdî rohnî bikin.

Ey miletê bê dewlet!!!

Te bi wan dengên xwe yên hêja û demokratîk pêşî li ciwanên ku ji welatê xwe berbi welatên ewropa de direvin girt. Ji bona ku êdî welatê xwe avadan bikin. Ev dengdan ji bona qada navneteweyî gelekî girîng bû ku te jî weke milet ew erka xwe anî cih.

Ew miletê bê dewlet, girîng bû ku we jî bi dengdana xwe ya demokratîk destê serok Barzanî xurt kirin ku ew jî wê daxwaz û dengdana referandûma ji bona Kurdistaneke serbixwe, rê dost û dijminan bide. Ji ber ku dem hatiye ku divê serok Barzanî bi saya dengdana we ya ji bona referandûmê û hilbijartina niha ew jî wî deriyê Kurdistaneke serbixwe, bi wê kilîta we diyarî cenabî wî kiriye, veke…

Barzaniyan bi şerê xwe yê çekdarî ya sed salan daxwaza gelê xwe pêk anîne. We jî bi dengê xwe yên demokratîk daxwaza serok Barzanî û tekoşerên Barzaniyan bi cih anîn.

Ey miletê bê dewlet, netirsin û kêfxweş bibin ku êdî tu yê jî bibe xwedî dewleta xwe ya serbixwe. Wê êdî ala te jî di nava al ên cihanê de bilind bibe.

Ey miletê bê dewlet, ji bona ku we daxwaza serok Barzanî û ya herçer perçên Kurdistanê anî cih, spas ji bona we.

Bijî Kurd bijî Kurdistan

Pustên heman beş