PKK’e û vekişîna ji Zapê; dawiya serpêhatiyeke bêencam

PKK’ û vekişîna ji Zapê; dawiya serpêhatiyeke bêencam

Memet Mêrdînî

Duh roja Duşemî 17/11/2025an, çapemeniya PKK’ê ragihand, di roja 16ê Mijdarê de tev çekdarên xwe li herêma Zapê vekişandine herêmek din ya guncaw û ev yek weke pêngaveke (Dîrokî) bi nav kir. Lê belê, vekişîna PKK’ê ji herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê ne tenê pêngaveke dîrokî nîne belku ew nîşaneka eşkere ya têkçûna stratejiyeke kevin û bêçareye ku ev demek dirêje PKK’e li ser gelê kurd bi tevahî û gelê Başûr bi taybetî ferz dike. Ev pêşketin nîşan dide ku piştî dehan salan bikaranîna axa Başûrê Kurdistanê û afirandina bêîstîqrariyê li sînorên herêmê, PKK’ê îro hêz û rewatiya civakî-siyasîya pêwîst ji bo berdewamiya hebûna xweya leşkerî li vê xala hesas winda kiriye.

PKK’e bi salane erdnîgariya çiyayîya Herêma Kurdistanê bikar tîne da ku armancên xweyên çekdarî pêşve bibe, lê di vê demê de, ne tenê berpirsyariya herî biçûk ji bo xelkê herêmî negirtiye ser xwe, lê di heman demê de bi berdewamî bûye sedema pevçûnan, gund vala kirine, zirarên aborî çêkirine, û ji bo hebûn û operasyonên biyanî di nava axa Başûrê Kurdistanê de hincetek çêkiriye.

Ev vekişîn nîşanî me dide ku hebûna PKK’ê ewlehî ji boy xelkê herêmê neaniye, belku ewlehî ji wan stendiye. PKK’ê qet nûnertiya gelê Başûr nekiriye û nake, û di van deveran de piştgiriyek civakîya watedar nîne, hebûna wêya berdewam tenê şer, zexta aborî û qeliskirina serweriya Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Herêma Zapê sembola îstismara axa Başûrê Kurdistanê ji hêla PKK’ê ve

Herêma Zapê bi salan bû ku bûye baregeheke leşkerîya PKK’ê li dijî Tirkiyeyê. Lê ev hebûn bi eşkere li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê û gelê Başûr bû. Li şûna ku Zap bibe qadek ji bo pêşkeftinên geştiyariyê yan çalakiyên aborî, zap bû qada pevçûnan di navbera PKK’ê û dewleta Tirkiyeyê de û bi ti awa PKK’ê rê bi ti şêniyekê van herêma nedida vegere ser gundên xwe, PKK’ê bi salan bi hinceta hebûna şer ev herêm ji şêniyên wê qedexe kiribû, niha jî bêy ti destkeftiyekê ji gelê Başûr re, vê herêma stratejî li ser tepsiyeke zêr teslîmî dewleta Tirkiyeyê dike.

Vekişîna dawî ya çekdarên PKK’ê ji Zapê divê wekî qebûlkirinek pratîkî were dîtin ku PKK’ê şiyana berxwedana li hember zextên herêmî winda kiriye, her wiha ji ber êrîşên Tirkiyeyê westiyaye û êdî nikare hebûna xwe di bin navê “Parastina Kurdan” rewa nîşan bide. Rastî eve ku zap qet ne qadeke siyasî bû; ew ji bo PKK’ê cîhek bû ku ji astengiyên xweyên siyasî bireve.

Gelo vekişîn bû yan jî bazdan?

PKK’ hewl dide ku vê gavê wekî çalakiyek “ji bo alîkariya pêvajoya aştiyê” nîşan bide lomajî vê pêngavê weke pêngaveke “Dîrokî” bi nav dike, lê ev îdiaya bi rastiya li ser erdê re lihev nayê. Ger PKK’ bi rastî baweriya xwe bi aştiyê anîbe, çima ew bi dehsalan di axa Başûr de bicîh bûye û rê bi xelkê herêmê nedaye vegerin ser gundên xwe? Paşvevekişîna PKK’ê ne ji pozîsyonek hêzêye, ew ji encama binketineka tunda çekdarên PKK’ê li vê herêmêye û her wiha ev vekişîn bi kêmkirina piştgiriya ku berê ji hin tevgerên siyasî werdigirt ve girêdayî ye, bi gotineke din, ev paşvekişandinek ferizkirîye, ne bi dilxwaziya PKK’ê ye.

 Dawiya lîstika dubarekirî; ne şer û ne aştî

PKK’ bi salane lîstkek dubarekirî di navbera “şer” û “aştî” de dilîze. Her ku di bin zexta leşkerî de be, ew behsa aştiyê dike, û her ku ew cîhek bêhinvedanê dibîne, ew vedigere êrîşên çekdarî. Ev paşvekişandin jî bi îhtîmaleke mezin beşek ji vê taktîkêye. Lê vê carê şert û merc cuda ne, guhertinên siyasî li Tirkiyeyê, zextên herêmî ji bo bidawîkirina hebûna komên çekdarên neqanûnî û bertengbûna qada di dest PKK’ê de ji bo cara yekem rêxistin xistiye rewşekê ku heta vekişîna wê jî êdî wekî “gaveke taktîkî” ya pêbawer nayê dîtin.

Vekişîna PKK’ê ji Zapê, nîşana hilweşîna gav bi gava stratejiyekêye ku bi dehan salan li ser şerê asîmetrîk, xwe veşartina di nava axa xelkên din de û îstîsmarkirina nasnameya kurdî hatiye avakirin.

PKK’e ne pabendê aştiyê bûye û ne jî li qada şer serketî bûye. Îro, ev vekişîn tenê nîşan dide ku dem guheriye û PKK’ê erd, rewatî û pêşeroja xweya siyasî winda dike.

Pustên heman beş