Mezlûm Ebdî ji korbendê MEPSê: Sûriyeya nenavendî rastiyek e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 19ê Mijdara 2025an, di roja duyem a Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de gotarek pêşkêş kir. Ebdî di axaftina xwe de tekez kir ku dawiya her şerî diyalog e û ji bo cîbicîkirina peymana 10ê Adarê ya bi Şamê re, pêwîstî bi vîneke siyasî ya xurt heye.
Mezlûm Ebdî di destpêka axaftina xwe de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê – Dihok kir ji bo vexwendina wî û got: “Pêşwaziyeke gelekî germ li min hat kirin û ez bi vê beşdariyê gelekî kêfxweş im.”
Ebdî tekezî li ser girîngiya diyalogê kir û got: “Dawiya her şerî diyalog e. Heta eger tu di şer de bi ser jî bikevî, divê tu serî li diyalogê bidî. Sedema sereke ya rûxandina rejîma Beşar Esed redkirina diyalogê û sîstema navendî bû.” Herwiha da zanîn ku “ji destpêka bûyerên Sûriyeyê ve em li dijî şer bûn û heta ku şer li ser me nehat ferzkirin, me şer nekir.”
Fermandarê HSDê bal kişand ser peymana ku di 10ê Adarê de bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re îmze kirine û got: “Ew peymanê rê li ber şerekî dijwar girt, pêşî li perçebûna Sûriyeyê girt û rê neda ku nakokî di navbera pêkhateyan de derkevin.”
Herwiha da zanîn jî, ji bo cara yekem di 100 salên borî de, di wê peymanê de behsa pirsa Kurd hatiye kirin û hatiye tekezkirin ku “divê mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di çarçoveya destûra nû ya Sûriyeyê de werin dabînkirin.”
Mezlûm Ebdî bi awayekî zelal nexşerêya paşeroja Sûriyeyê xêz kir û got: “Wisa dixuye ku piştî 15 salên şer, Sûriye nikare vegere ser sîstema navendî ya mîna serdema rejîma Beis. Divê Sûriyeyeke nenavendî hebe ku her herêm bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe. Ev yek bûye rastiyeke ku nayê înkarkirin û divê her kes vê rastiyê qebûl bike û li gorî wê pêngavan biavêje.”