Manipulasyona Di Warê Înkarkirina Hebûna Miletê Kurd e!

Bandora İmralı li ser Rojavayê Kurdistanê!

Li Ser Daxwaza “Paradîgmaya Nû” Ya Ku Li Ser Kurdan Têt Ferzkirin Û Nirxandineke li Ser Çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê.

Li Tirkiyeyê ji dawiya 2024’an û destpêka 2025’an ve bi banga serokê MHPê Devlet Bahçelî ya, “bila serokê terorê bê meclîsê û bangî dev ji çekan berde” careke din prosesa “çareserî-aştîyê” hate germkirin. Ev di esasê xwe de daxwazeke nûjen a stratejiya înkar û tasfiyekirina hebûna milîî ya miletê Kurd e.

Di peyamên dawî yên Abdullah Öcalan ên ji Îmraliyê hatine şandin de têgehên wekî “neteweya demokratîk”, “konfederalîzma demokratîk”, “demokrasiya subjektîf”, “entegrasyona subjektîf”, têgehên bêbingeh yên sosyolojîk in, amûrên manipûlasyona semantîk in. Armanca van têgehan ew e ku Kurd dev ji rastîya xwe berdin, di çarçoveya yekpare ya Komara Tirkiyeyê de, rêya hilandinê û entegrasyonê ji wan re bêt vekirin, ku di  asta “cudahiya çandî” de bên qebûlkirin û di nav dewleta tirkan de bên helandin. Ev înkarkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê bi xwe ye.

Çima Ev Têgeh Bêbingeh in?

“Neteweya demokratîk”; pênaseya klasîk a milî (yek ziman, dîrok, çand, ax û yek îradeya hevpar) înkar dike û li şûna wê formuleke muşterek a “îradeya jiyanê ya bi hev re” datîne. Ev yek, nasnameya milîî ya miletê Kurd ji rastbûneke objektîf derdixe û dike “tercîhekî subjektîf”, ku bi destûra dewleta Tirk ve girêdayî ye.

“Konfederalîzma demokratîk”; wekî avahiyeke bêdewlet tê pêşkêşkirin, lê di pratîkê de daxwaziya serweriya siyasî ya miletê Kurd bi temamî ji holê radike, bi navê xurtkirina rêveberiyên herêmî, serweriya dewleta navendî, ku ev jî dewleta  Tirk di herêmê de û li ser axa Kurdistanê xurtir dike.

“Entegrasyona subjektîf” û “demokrasiya subjektîf” jî têgehên derewîn in ku di edebiyata sosyolojiyê de tu cihê wan tune ye, bi temamî hilbera hevpar a Îmralî-dewleta Tirk in. Armanca van têgeh û daxwazan ewe  ku mafên kolektîf yên miletê Kurd, kesane bike û di nava têgeha hemwelatîbûna Tirk de bihelîne.

Ev daxwazên van têgehan ne tiştekî din e ji bilî wergerandina gotara “Peymana Tirkbûnê” ya salên 1930’î bi zimanê neo-osmanî-liberal ê salên 2020’î.

Armanca Kemalîzmê ya “yek millet, yek ziman, yek al”, îro bi pakêta “neteweya demokratîk” û “îradeya jiyanê ya bi hev re” careke din têt dubarekirin.

Armancên Stratejîk ên Dewleta Tirk

Dewleta Tirk, piştî 2015an bi siyaseta şerê piralî têgihîşt ku nikare tevgera neteweyî ya miletê Kurd bi metodên leşkerî têk bibe: Otonomiya defakto ya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, statuya federal a Başûrê Kurdistanê û berxwedana Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide ku Kurd ne parîyekî hêsanin ji bona daqurtandinê. Gava em van jî bi “nûve dîzaînkirina Rojhilata Navîn” û bandora “pêşketinên herêmî” li ser berxwedana neteweyî ya miletê Kurd zêde bikin; di van şertan de dewleta Tirk, hewl dide bêçaretiya leşkerî, bi bêçaretiya siyasî telafî bike:

-Dev ji çekan berdan û tasfiyekirina PKK’ê

-Helandina nasnameya milî ya miletê Kurd di “Türkiyelîbûnê” û “tirkbûnê” de.

-xwestina DEM Partiyê û partiyên wê yên paşerojê, kirina hevkarên hikûmetê, di nava programa partiya sîstemê de.

-Daxwaza Başûrê Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana ewlehiyê ya Tirkiyeyê de û tasfiyekirina statuya wê ya defakto.

Tiştê ku li hember “bangewaziya dev ji çekan berdanê” ya Ocalan tê pêşkêşkirin, çend mafên çandî yên parçekirî û zêdekirina hinek desthilatên sînorkirî yên rêveberiyên herêmî ne. Yanî guhertoya sedsala 21an a siyaseta osmanî ya dawiya sedsala 19an:

“Kurd hene lê ne millet in, di nava girêdana hemwelatîbûnê de kesên wekhev in.”

Çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê.

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, ne “pirsgirêka terorê” ye, ne jî “pirsgirêka pêşketinê”  û “demokratikkirina dewleta tirkî”ye, pirsgirêkeke klasîk a milîî ye. Çareseriya wê jî di prensîba mafê çarenivîsa xwe bi xwe diyar kirin a miletên bindest de ye.

Li gor sosyolojiya miletan ya modern, ji bo ku komek wek milet bêt hesibandin,  divê şertên objektîf û subjektîf hebin û ev hemû di Kurdan de bi zêdeyî hene:

-Zimanê hevpar (bi lehçeyên Kurmancî, Soranî, Zazakî Kurdî)

-Dîrok û çanda hevpar ya miletê Kurd

-Çarenûsa hevpar a di bin dagirkeriya çar dewletan de

-Ax û welatê hevpar (Kurdistan)

Û ya herî girîng: Hişmendî û îradeya milî a ku “Em miletekî cuda ne”!

Ji ber vê yekê bernameya rast divê li dora van prensîban bê avakirin:

a) Naskirina hebûna miletê Kurd û mafê wî yê çarenivîsa xwe bi xwe diyar kirin
b) Li Bakurê Kurdistanê yê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de, kirina mafê self-determinasyonê bikaribin were bikaranîn (serxwebûn, federasyon an konfederasyon; bijarde ya miletê Kurd e) ku çawayîya biryarê, biryara miletê Kurd e.
c) Bidawîkirina hemû polîtîkayên asîmîlasyonê (qedexeya perwerdeya bi zimanê Kurdî, guhertina navên gundan, zordariya li ser Kurdî û hwd.)
 d) Berdana girtiyên siyasî û vekirina riya tevgera milî ya miletê Kurd ku siyaseteke legal bike.
 e) Naskirina statuya otonom, an jî federasyona Başûrê Rojavayê Kurdistanê û dawîlêanîna polîtîkayên dagirkariyê yên Tirkiyeyê

Ferzkirina “Aştî”yê, an Rizgariya Neteweyî?

Îro prosesa ku bi navê “paradîgmaya nû” tê pêşkêşkirin projeya helandina miletê Kurd di nava dewleta Tirk de ye. Ev proje ji salên 1920an vir ve bi guhertoyên cuda hatiye ceribandin û her carê bi ser neketiye. Jiber ku miletê Kurd di dîroka xwe de ispatkirîye, bi zorê yan bi lîstikên semantîk nayê helandin.

Bijardeya ku li ber miletê Kurd tê danîn ev e:
An bi derewên “neteweya demokratîk” di nava dewleta Tirk de, wek hemwelatiyên ne wekhev raserî asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê;
An jî bi derxistina pêş ya hebûn û îradeya xwe ya milî, têkoşîna ji bo avakirina dewleta xwe, an jî avahiya xwe ya otonom:

Dîrok nîşan daye ku pirsgirêkên milî ne bi çîrokên “entegrasyonê” û “îradeya jiyanê ya bi hev re” çareser dibin, bi mafê çarenivîsa xwe bi xwe diyar kirin a miletên bindest çareser dibin. Mînakên Îrlanda, Norwêc-Îsveç, Çekoslovakya vê yekê îsbat dikin.

Rêya miletê Kurd jî ne cuda ye.
Aştîya rastîn bi subjebûna miletê Kurd mimkun e, ne bi “paradîgmaya nû, aşitî, demokratikkirina dewleta dagirkar” ya dewleta Tirk re, bi îradeyek milî avakirina têgehên hişmendîya milî re têt çareserkirin.

Pustên heman beş