Keştî binav dibe, baş û xerab bi hevre wenda dibin!!!

Bûbê Eser
Di vê dem û dewrana ku her tiştek tevlîhev bûye, av şolî, mejî belavkirî ye, helwest nemaye. Civat têk çûye, mirov bûne berjewendî perest. Keştiya ku em têdene, hêdî hêdî avê dikşîne. Di şert û mercên weha de tenê bi kesên xerab û nebaş re mijûlbûn ji çareseriyê bêtir, zerarê dide wê keştiya ku avê dikşîne. Loma divê kesên biaqil, neteweyî û ne berjewendîperest, hemî bi hevre hewl bidin ku keştî binav nebe.
Niha rewşa bakurê Kurdistanê jî weha ye. Em ew kesên dixwazin ji bona gelê xwe kevirekî bidin ser kevirekî, divê em li gor vê rewşê tevbigerin. Helbet wê astengî û kesên xêrnexwaz zêde bin. Lê dîsa jî divê em dest bidin hev ku keştî binav nebe.
Em îro hemî rewşên hev, rewşa xwe û ya partiyên xwe dizanin. Dizanin ku tu partiyeke me ya bakurê Kurdistanê ku ji xwe re dibêje ez kurdistanî me, nikarin bibin kevirek da ku xwe bide ber tekerê siyara ku dajon ser gelê me. Em hemî vê dibînin, ji ber em kêmqawet û bê Sîwaneke neteweyî ne, em nikarin wê bidin sekinandin.
Di vê rewşê de em bi hev dibilin, da ku rastiyê ji hevre bêjin. Heger em vê nekin, em ê bêtir wenda bikin û dikin. Em ew kesên li dij xeta Kemalîstên kurd, nebin dîwarekî ji pola, hûn bawer bikin em ew kesên di wê keştiyêdene bin av dibin. Binavkirina me jî dê bibe sedema têkçûna gelê me ya azadî û serxwebûna wî.
Her weha hin kes û alî, hin bi zanetî û hin jî bi nezanî naxwazin kes û kesayetî li ser vê rewşê binivîsînin. Yên dinivîsînin jî dixwazin bê deng bikin. Lê divê rewşenbîrên bawermend tu caran li dij şaşiyan bêdeng nebin.
Em van salmezinin ku hê sax in û li jiyanêne, berxwe didin ku tiştekî bikin. Heger em jî tunebana, partî û rêxistinên kurdistanî jî nemabana, hûn bawer bikin, Kemalîzm bi destên kemalîstên Kurd wê li bakurê Kurdistanê sedî sed bi ser ketiba. Em çend salmezinên ku li hember vê berxwe didin ku miletê me bi temamî wenda ne be. Heger em jî çi bi dizî û çi jî bi eşkereyî bi hev bikevin, ev dibe wendakirina me tevan.
Tiştên îro bo me lazim çine?
Divê em yên ku di qada siyaseta bakurê Kurdistanê de hene, li hevbin, kêmanî û şaşiyên xwe bidin alîkî, li gel kêmanî û zêdeyêyên hev, hevdu qebûl bikin, wê serketin bibe para me û gelê me. Di vê serketinê de jî divê rexne û xwerexnekirin hebe.
Em li hember hev xweşbîn bin. Tu mirovên ku ji me weke salmezinan kêmanî nekiribin tune ne. Lê em nema dikarin tiştên çû vegerînin. Ya baş em hemî kêmaniyên xwe bidin alîkî. Ji bona berjewendiya gelê xwe her yek ji me rahêjin kevirekî û bidin ser wî dîwarê ji bona azadî û serxwebûna welatê me tê lêkirin.
Heger ez, tu û em wî dîwarî bi asasekî saxlem lêbikin, em ê gelê xwe ji ber afat û tofanên tê û wê bê serê wî neparêzin, em ê bi hevre wenda bikin. Loma divê hin bi înat, bi wêrekî rastiya gel û helwesta Kemalîstên Kurd ji gelê xwe re vekin û bi ber bixin ku îro li ser destê DEMê tirkbûna kurdan tê misogerkirin. divê gelê me, siyasetmedarên me û partiyên me yên siyasî li hember vê bêdeng nemînin. Bêdengî qebûkirina bindestiyê ye.
Loma girîng e ku em ew kesên li ser dika siyasetê mane, hevdu bigirin, dest bidin hev, mil bi mil, dil bi dil bi yek helwestê têbikoşin ku xeta Kemalîzmê ji ser erda xwe dûr bixin.
Rewş xerab e û divê em li gel baş û xerabên xwe yekitiyek neteweyî bi hevre ava bikin ku em bi temamî wenda nekin. Lîstikên mezin li ser dika Kurdistanê têne lîstin. Loma divê em nebin temeşevan. Bi helwest û biryarên xwe, bi qawet û hêzên xwe yên hene, bi ruhiyetek neteweyî, xweşbînî û li hevkirî dest bidin hev.
Ev doz ne ya partiyekê ye. Ev êş, kêşeya welatekî û miletekî qedîm e. De kerem bikin li hev vegerin, sîwaneke neteweyî bi hevre damezrînin û dest bi xebatê bikin. De kerem bikin em devavêtina hev niha bidin alîkî û bi hevre li doza gelê xwe vegerên. Bi hevre, nehêlin keştiya ku em têdene bin av bibe.
Êdî dest ji paşgotiniya hev berdin. Di dîrokê de her kes wê li gor ked û xebatên kirine bêne bîranîn. Loma divê xebat bibe neynika herkesan. Divê êdî em rêya ku xerabên me, fesad û hesûdên me nebin rêvebirên partiyên Kurdistanê bi hevre bikevin nava hewldanan. Divê em kedkar û nekedkaran ji hev veqetînin. Divê qîmeta kes û kesayetên bedelên mezin dane bêne nasîn û xwedî li wan bêderketandin.
Bi sedan nivîskar û rewşenbîrên kurd ku ne endamên tu rêxistineke siyasî ne, hene. Bi hezaran zana, jîr û têgihiştî hene û ne endamên tu partiyekê ne. Ji xwe naxwazim behsa ciwanan bikim. Divê partiyên Kurdistanî li ser vê, serê xwe biêşînin. Bifikirin ku çima ew canik û camêrana tune ne. Pêwîst e rêya bi rêxistinkirina kesên weha bê dîtin.
Îcar em vana hemî li gel baş û xerabên xwe, li gel zana û bîrewirên xwe di keştiya ku avê dikşîne dene. Bi binavkirina wê em ê tevde wenda bibin. Miletek û zimanek têk dihare. Bawerî û xweşbînî namîne. Heta ku rewş ev be dê tu pêşketin jî nebe.
Pêwîst e em hemî li gel hev, li gel partî û kesayetiyên xwe yên siyasî, ji bona Kemalîzm li bakurê Kurdistanê bi sernekeve, dest bidin hev. Rêya wê jî avakirina sîwaneke Kurdistanî ye. Ji bona wê jî divê em bi kêmanî û zêdeyên xwe hevdu qebûl bikin. Dem hindik maye, wext weke ava çemê Dicleyê diherike. Gelek tişt ji dest me çû. Lê ji bona yên mayî divê em yek bin.
Heger me hebana hêzeke yekgirtî
Em ê jî bihatana bankirin weke herkesî
Tune me ew hêz, qawet û bratî
Loma em nayên dîtin, weke hêzên siyasî