Ali Haydar Fırat: Mixabin, serokatiya partiya me xeletiyek dîrokî kiriye

Endamê Meclîsa Partiya CHP Dr. Ali Haydar Fırat ragihand: “Partiyeke ku beşdarî çareserkirina pirsgirêka Kurd a li vî welatî nebe, şansê wê yê hatina ser desthilatdariyê tune ye.”
Komisyona parlementoyê ya ji bo projeya “Tirkiye ya Bê Teror” hatî avakirin, li parlementoyê civîna xwe ya 18mîn kir û biryar da heyetek li ser navê komisyonê serdana Îmralî bike. Lê CHP tevlî civînê nebû û ew naxwazin heyetek li ser navê komisyonê rasterast serdana Ocalan bike. Ev helwesta CHPê bû sedemek ku gelek aliyan CHP rexne kir.
Tê zanîn ku, CHP û DEM di hilbijartinên herêmî de hevalbendên hevbûn û hevkariyek bi hêz kirîbûn.
Hinek rexne di nava CHPê bi xwe de jî li vê biryara partiyê hate kirin. Endamê Meclîsa Partiya CHP Dr. Ali Haydar Fırat daxûyaniyek da û got:
“Îradeya ku îro di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de derdikeve holê, bi prensîba ‘Cihê çareserkirina pirsgirêka Kurd Meclîsa Mezin a Neteweyî ye’ re li hev dike, ku me heta niha wekî partî piştgirîya vê yekê kiriye û me gotiye cihê çareseriyê Meclisa mezin a netewiye. Serdana Îmraliyê yek ji kêliyên sereke yên çareseriyê ye, ji ber ku heke pirsgirêkek hebe, ew tenê bi rêya aliyên têkildar dikare were çareser kirin. Mixabin, serokatiya partiya me xeletiyek dîrokî kiriye.”