Nasnameyên 2 endamên konseya PKKê hatin eşkere kirin

2-Fermandar-info

Rêxistna PKKê nasnameyên 2 berpirsên xwe yên payebilind eşkere kirin ku 9 salan berê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja duşemî 24 Mijdara 2025ê, ragihand ku 2 fermandarên wan yên payebilind bi navên Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr di demên cuda de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê her du fermandar Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Endamên Konseya Fermandariyê ya HPGyê bûne.

Li gorî daxuyaniyê, Sabrî Tendûrek 18ê Gulana 2016an û Masîro Xabûr jî 27ê Gulana 2020ê li Başûrê Kurdistanê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wisa ne:

Masîro Xabûr: Navê wî yê fermî Bedîrxan Abo ye, li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wî Nerîman navê bavê wî Halît e.

Sabrî Tendûrek: Navê wî yê fermî Fetîh Şarlatan e, li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Navê dayika wî Cemşîde ye û navê bavê wî jî Adil e.

Pustên heman beş