Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

Nêçîrvan Barzanî-kormor-Net

Nêçîrvan Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û ragihand ku ew êriş gefeke rasterast a li ser asayîş û aramiya welêt e.

Wezareta Karebayê ragihandibû ku ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê qut bûye.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmanitê hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê daxuyaniyek belav kir û got:

“Ez wê êrişa terorîstî ya ku şeva borî li ser Qada Kormorê hat kirin bi tundî şermezar dikim.

Ev êriş li dijî binesaziya aborî û xizmetguzariyên giştî yên Îraq û Herêma Kurdistanê ye û gefeke rasterast e li ser asayîş û aramiya welêt.”

Barzanî bangî Hikûmeta Îraqê kir û wiha pê de çû:

“Erk û berpirsyariya Hikûmeta Federal a Îraqê û saziyên ewlehiyê yên pêywendîdar e û pêwîst e di demeke herî nêzîk de hewleke cidî bidin û rêkarên pêwîst û bibandor bigirin ber ji bo lêpirsîn û cezadana encamderên vê tawanê û rêlibergirtina ducarebûna wê.”

Pustên heman beş