Mesrûr Barzanî û Sûdanî axivîn: Komîteyeke hevpar tê avakirin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û wekî “êrişa li ser hemû Îraqê” bi nav kir.
Hewlêr û Bexdayê biryar da ku ji bo dîtina êrişkaran komîteyeke hevpar ava bikin.
Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêywendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî wergirtiye.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sûdanî “êrişa li Qada Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir û wekî êrişa li ser hemû Îraqê bi nav kir”.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan li ser avakirina komîteyeke hevpar li hev kiriye û hat gotin:
“Biryar hat dayîn ku komîteyeke lêkolînê ya hevpar were avakirin.
Ev komîte dê di demeke herî nêzîk de dest bi kar bike ku êrişkar werin dîtin, girtin û cezadan.”