Serok Barzanî pêşangeha pirtûkan a Zaxo vedike

Serok Barzanî bi serdanekî geheşt îdareya serbixwe ya Zaxo û biryare beşdarî li merasîma vekirina pêşangeha pirtûkan a li vî bajarî bike.
Li gor zanyariyan îro 30.11.2025ê Serok Mesûd Barzanî bi armanca serdan û beşdarbûna li çalakiya rewşenbîrî geheşt bajarê Zaxoyê. Biryare pêşangeha pirtûkan a li Zaxoyê bê vekirin, ku têde hejmarek berçav ji saziyên çap û weşanê bi navnîşanên cuda beşdar in.
Ev serdana Serok Barzanî ya ji bo Zaxoyê û beşdarbûna wî di merasîmê de di çarçoveya giringîdana di warê rewşenbîrî, zanist û ilim de ye, herwaha wek piştevaniyek ji bo nivîskar û xwandevanan a li deverê û teşfîqa zêdetir a çanda xwandinê ye li Kurdistanê.