Rêveberiya Xweser: Vegera Efrîniyan û koçberan mercekî bingehîn ê aramiya Sûriyeyê ye

Rêveberiya Xweser bi boneya derbasbûna salekê di ser koçberiya bi darê zorê ya duyemîn a xelkê Efrîn û Şehbayê re, daxuyaniyeke girîng belav kir. Rêveberiyê bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û civaka navneteweyî kir ku rê li ber vegera ewle ya koçberan vekin û dawî li binpêkirinan bînin.
Rêveberiya Xweser îro 1ê Berçile di daxuyaniya xwe de ragihand, piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018an de, xelkê herêmê rastî êrîşên sîstematîk, talan û guhertina demografîk hatine. Her wiha di Berçileya 2024an de jî pêleke din a mezin a koçberiyê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin, tevî guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê û hilweşandina rejîma Beisê, hê jî destûr nehatiye dayîn ku xelkê Efrîn, Şehba, Serê Kaniyê û Girê Sipî vegerin ser mal û milkên xwe. Rêveberiyê ev rewş wekî “birîneke vekirî” pênase kir û got: “Vegera ewle, rakirina dagirkeriyê û rawestandina binpêkirinan şertên bingehîn in ji bo dubare avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de.”
Rêveberiya Xweser her wiha nîgeraniya xwe li hember zêdebûna gotarên nefretê û handana tundiyê anî ziman. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hinek platformên ragihandinê û aliyên siyasî hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin û ev yek projeya avakirina Sûriyeke demokratîk asteng dike.
Ji bo çareseriyê, Rêveberiyê daxwaz ji Hikûmeta Demkî ya li Şamê kir ku helwesteke zelal nîşan bide û hesab ji kesên ku yekrêziya gelê Sûriyeyê xira dikin, bixwaze.
Di dawiyê de, Rêveberiya Xweser tekez kir ku mijara koçberan di serê rojeva wan de ye û bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê, aştî û aramî li Sûriyeyê pêk nayê. Rêveberiyê bang li Neteweyên Yekgirtî û dewletên peywendîdar kir ku zextê bikin, da ku şert û mercên vegera ewle werin dabînkirin û diyaloga rastîn a Sûrî-Sûrî dest pê bike.