Bahçelî bersiva Besê Hozatê da: Hed û sînorê xwe bizane û devê me venekin

Bahceli-hozat-Net

Herokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bersiv da gotinên Hevseroka KCKê Besê Hozatê û got, Divê dilsoziya bi Îmraliyê re esas be. Bila devê me venekin

Devlet Bahçelî bo rojnameya Turkgunê li ser rojeva siyaseta Tirkiyeyê daxuyaniyên balkêş dan û diyar kir ku pêvajoya nû pêngava herî girîng a Komara Tirkiyeyê ye û bersiv da daxuyaniyên Hevseroka KCKê Bese Hozatê.

Bahçelî destnîşan vegera ji vê pêvajoyê ne pêkan e û wiha got: Tîr ji kevanê derketiye. Keştî hatine şewitandin. Biryardariya me di asta ku nayê nîqaşkirin de ye.”

Bese Hozatê 29ê Çiriya Paşîn di daxuyaniyekê de gotibû, “Em efûyê naxwazin, em siyaseta demokratîk û yasayên azadiyê dixwazin.”

Hozatê her wiha gotibû, “Metirsiyeke gelekî cidî li ser Tirkiyeyê heye. Eger dewleta Tirk gav neavêje, pirsgirêka Kurdan li ser bingeha demokratîk çareser neke, hebûn û nasnameya Kurdan nas neke paşeroja Tirkiyeyê gelekî tarî ye.”

Bahçelî bersiv da van daxuyaniyên Bese Hozatê û gotinên wê wekî “uslûbeke wêranker û li pêlî demaran dike” nirxand.

Bahçelî li hemberî gotinên Besê Hozatê yên “Kadroyên PKKyê efûyê naxwazin. Me sûc nekiriye, Li pêşiya dîrok û wîcdanê civakê diyar e, zelal e û bi belge ye ku kîjan sûc hatine kirin.  Bila devê me venekin û bila her kes hed û sînorê xwe zanibe.Divê dilsoziya bi Îmraliyê re esas be.

Bahçelî îdia kir ku daxuyaniyên Besê Hozatê bi temamî li dijî banga Îmraliyê ya 27ê Sibata 2025an e û got ku ev dengên dijber ên di nav rêxistinê de “xizmeta helwestên Siyonîst-Emperyalîst” dikin.

Pustên heman beş