Baregeha Barzanî bi tundî bersiva Dewlet Baxçelî da

Baregeha Barzanî bi tundî bersiva Dewlet Baxçelî da

Baregeha Barzanî bersiva daxuyaniya Baxçelî derbarê serdana serok Barzanî bo Cizîra Botan û beşdariya wî di sempozyûma “Melayê Cizîrî” de daye ku ev jî naveroka wê ye:

Bersivek ji bo daxuyaniya Baxçelî derbarê serdana serok Barzanî bo Cizîra Botan

Mixabin Dewlet Baxçelî derbarê serdana Serok Barzanî ya ji bo Cizîra Botan û beşdarbûna wî di sempozyûma “Melayê Cizîrî” de dîsa careke din bi zihiniyetek şovinîst axiviye û daxuyanî daye ku dûre ji hemû norman û xizmeta berjewendiyên kesî nake.

Daxuyaniyên Baxçelî di demekê de tên ku hemû hûrgilî û tedbîrên ewlehiyê yên ji bo serdana serok Barzanî hatine girtin li ser bingeha peymanek protokolê di navbera saziyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bûn. Wekî din, her cara ku rayedarên payebilindên Tirkiyeyê serdana Herêma Kurdistanê dikin, bêyî ku pirsgirêk hebe, yekîneyên hêzên taybet yên Tirkiyeyê bi wan re ne.

Serdana serok Barzanî gavek bû ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê, ku Baxçelî îdîa dike ku ew piştgirî dike. Me wisa difikirî ku xwedê Dewlet Baxçelî di dawiyê de ber bi rêya rast ve hîdayet kiriye û dest ji nijadperestî û şovinîzmê berdaye; lêbelê, xuyaye ku ew heman Gurê gewrê kevin e, ku niha di çermê mîhan deye.

Berdevkê Baregeha Barzanî

2ê Kanûna Pêşîn a 2025

Pustên heman beş