PKKê nasnameya fermandareke xwe eşkere kir

Rêxistina PKKê nasnameya fermandara xwe ya bi navê Feraşîn Bêrîtan eşkere kir ku du salan berê ketiye ber êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk û mirina wê veşartî hiştibû.
YRKê baskê PKKê yê Rojhilata Kurdistanê îro roja yekşemî 7 Kanûna 2025ê ragihand ku fermandara wan ya kodnavê Feraşîn Bêrîtan li 14ê Kanûna pêşîn ya 2023an di encama êrşeke asmanî ya Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya Feraşîn Bêrîtanê wisane:
Feraşîn Bêrîtan: Navê wê yê fermî Gerdenî Demane, ji Selmasa Rojhilata Kurdistanê ye. Navê dayîka wê Henîfe û navê bavê wê jî Cemîl e.
Rêxistina PKKê mirina vê fermandara xwe jî pêtirî du salane veşartî hiştibû û îro hatiye gotiye ku ew wê bi rêzdarî bibîr tîne.