Serdana Serok Barzanî bo Cizîrê, bajarê herî kevin ê herêma Botanê ango dilê Kurdistanê, di 29 ê Mijdarê de ji bernameyek dîplomatîk pir zêdetir bû.
Cih Cizîra Botan bû. Yanî, warê herî mezin yê mîrateyên dîroka Kurdan. Cizîra ku ji aliyê zarokên Nûh ve hatiye damezrandin, navenda Mîrnişîna Botanê bû. Ew mala Mele yê Cizîrî yê ku hişê Kurd bi felsefa eşqê bi zamanekî edebî berîya sedan sala bo me darşiştî, bû. Van hemûyan Cizîr kir navendeke girîng a hişê Kurdî.
Vî warî kesayetekî ku temsîla hemû nirxan vê axê di xweda avakirî hemêz kir. Ew mercihê “lêvegerê” Kurdayetîyê ango Serok Mesûd Barzanî bû. Ew Pêşmergeyek, siyasetmedarek, şahidê dîrokê û serokê damezrîner ê pergala ku dagirkerî li Başûrê Kurdistanê têk bir bû. Serok Barzanî kevneşopiya berxwedana tevgera Barzanî ya 100 salî bir nava dilê Botanê. Hafiza Kurdayetî di cih û kesayetiyê de vejînek dît. di derbarê rêça pêşeroja neteweyî de zelal bûnek çêkir. Di kûrahîya hafizeya kollektîf a milletê Kurd de dengek mezin veda. Vê wateya kûr rastiya dost û dijmin eşkere kir.
Kurd pê serbilind û kêfxweş bûn. Dostên Kurdan jî hêvîdar bûn.
Lê dijminên Kurdan jî hene. Wan ev sardana mêjûyî berevajî kir. Wan nefreta xwe ji bo mîsyona dîrokî ya serdanê bi gotina “ev çi Pêşmergeye, ev çi lûleyên çeka ne” û hwd nîşan dan. Siyasetmedarên Tirk, ji ber dijminatiya li hember Kurdan, nakokîyên di navbera xwe de û ji bo veşartina pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin, serdana Serok Barzanî ya ji bo Cizîrê anîn ziman. Her kes bi drûşma “Ez bêtir neteweperest im, ez bêtir dijî-kurd im” derket hole.
Kemalîstan pêşî êrîş kirin û CHP pêşengiya vê êrişkarîyê kir. Baxçelî, di babetê nijatpersetîyê şûn wan ve nemîne xwe avête pêş û pêla êrişê li ser Kurdan bilindkir. Her du alî jî baş dizanin ku di dîroka sed salane ya Tirkiyeyê de bi dehan gel û bawerî an bi awayekî fîzîkî hatine tunekirin an jî asîmîlekirin. tenê yên ser linga mayî Kurdin. Pêşwaziya Serok Barzanî li Cîzreyê wekî xwedîyê malê hate kirin û helwesta cenabê wî ya bi rûmet nîşanî wan da ku ew di tunekirina Kurdan de bi ser neketine û Kurdan tevî sînoran jî nasnameya hevpar a Kurdayetî parastîye. Ji ber vê yekê, yên hêrsbûyî têkçûnên xwe yên sedsalane di ezameta Serok Barzanî de dîtin. Piştgiriya Serok Barzanî ji bo Rojava û bi taybetî Mazlûm Ebdî, ev nerehetiya dijmina ya ku heyî hîn bêtir gur kir.
Ev saleke hin layenên Kurd, bê ku şerm bikin Baxçelî wekî kevokek aştiyê îlan kirine. Derdikeve holê ku Baxçelî hîn jî gurê faşîst ê dev bixwîn e. Û bê guman, gotinên Baxçelî yên li ser Serok Barzanî jî rastiya bangawazîya bo Ocalan û pêvajoya aştiyê bi zelalî eşkere kirine. Pêvajoyek aştiyê tune ye; pêvajoya heyî ewe ku Kurd di nav Komara Tirkiyeyê de nayên dîtin. Rastiya propagandaya PKK ê, bi taybetî dijminatiya wê ya li hember Barzanîyan û PDK ê di 10 salên borî de, derketiye holê. Eşkere ye ku Serok Barzanî her çihê ku diçe nasnameya Kurd dibe wêre. Heta endamên Partiya DEM ê jî ku carekê çend jin anîn deriyê sînor ê Xabûrê û ji wan xwestin ku dirûşma dijî PDK ê berz bikin, bi hebûna Serok Barzanî li Cizîrê hatin rûmetdarkirin û hêz girtin. propagandayên PKK ê yên deh sala di serdanekê de ketin taneka gilêşî de.
Dewleta Tirkiyê qebûl bike yan neke, Serok Barzanî ne tenê serokê PDK ê ye. Ew rêberê rewa, Pêşewa û rêberê hemî Kurdan e. Ew kesayetiyek manewî û siyasî ye ku rûmet û serbilindiya neteweyî temsîl dike. Tekoşîna bin serkotaîya wî li başûrê Kurdistanê dagirkerî ji nav bir û ji bo hemî Kurdan bûye dergehê hêvî û şanazîyê. Ew di heman demê de kesê herî aştîxwaz e. Ew mirovê aqilmend e ku di hemî kêliyên krîzê de rêberî bo gelê xwe kirîye û gelê xwe parastîye. Wî her wiha 20 sal in li Bakurê Kurdistanê piştgirîya çareseriyek aştiyane kiriye û şîreta rawestandina çekan kiriye.
Komara Tirkiyê bi xwe ew vexwend, bi fermî serdana Cizîrê kir, di axaftina xwe de pesnê aştiyê da, got ku ew ê her piştgirîyek pêwîst bike, dua kir ku aramî û seqamgîrî li deverê peyda bibe û heman rojê vegerîya Başûrê Kurdistanê.
Serok Barzanî mirovek pir esilzade, rêzdar, mêvanperwer, dilsoz û wefakar e. Lêbelê, dema ku êrîşek bêrêzî çêdibe jî, ew ji bersivdayînê xwe nade paş. Bi rastî, daxuyaniya ku li ser navê Ofîsa Barzanî hat dayîn jî nîşan da ku ew bêyî dudilî dema ku pêwîst be helwestek têrker nîşan dide.
Serok Barzanî di sala 2017 an de li Zaxo hinek beyt ji dîwana Ciziriyê xwendibû. Ew rêzik kesayetiya wî ne:
“Dest nehilîn ji teleb ger me di rê çit ser û tişt
Pişt-i nadîn du hezar xencer û tîr û rim û xişt
Me serî daniye rê û bi Xwidê bestiye pişt”