Dr. Faiq Gulpî: Ji min re gotin, “Li dijî Barzanî bixebite, em ê te bi Qasim Silêmanî bidin nasîn.”

Dr.-Faiq-Gulp-Info

Dr. Faiq Gulpî, kesayetiyekî navdar ê Başûrê Kurdistanê, di bernameyeke televîzyonê de ku ew beşdar bibû, daxuyaniyên girîng da. Gulpî got ku di berdêla xebatê li dijî Barzanî kirinê, soza her cûre piştgirîyê dane wî, û heta wî dê bi Qasim Silêmanî jî bidin nasandin.

Dr. Faiq Gulpî li Silêmaniyê dijî ew pizîşke lê di heman demê de tevlî xebatên siyasî û rewşenbîrî jî dibe. Di van rojên dawî tevlî bernamekî televîzyonî bû, wî hin pêşniyarên ku di navbera salên 2015 û 2016 an de li wî hatine kirin eşkere kir. Wî got ku wî rêxistinek bi navê “Akademiya Siyaseta Demokratîk” ava kiriye. Gulpî, diyar kir ku wî serdana hemû layenên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kiriye da ku piştgiriyê bide rêxistina wî, bal kişand ser YNKê û got ku di serdana xwe de, pêşniyara “hemû derî dê ji wî re bên vekirin ger ew li dijî Barzanî bixebite” lê hatiye kirin.

Gulpî: “Min di salên 2016-17 an de rêxistinek damezrand, rêxistineke ronakbîrî bû. Navê wê Akademiya Siyaset û Ramanên Demokratîk bû. Wê demê, me serdana gelek partiyan kir û ji YNK û partiyên din jî alîkarî xwest. Me rave kir ku ev ne girêdayî partiyekê ye, lê rêxistineke giştî ye ku ji bo pêşxistina ramana siyasî li Kurdistanê hatiye avakirin. Ez çûm ba wan, û wan ji min re gotin, “Heke tu li dijî Mesûd Barzanî bixebitî, em ê her tiştî ji bo te bikin, heta Qasim Silêmanî jî te bidin nasîn.”

Gulpî berdewam kir û got, “Min hîn jî bersiva wan nedaye.” Bi vî şêwazî helwesta xwe dîyar kir.

Kê ev pêşnîyarî li Gulpî kir?

Gulpî kesekî nêzîkî PKKê ye û her wiha têkiliyên wî bi YNKê re jî hene. Loma jî ew pêdivî nabîne bû pesindarîya PDK van tişta bêje.  

Gava em li axaftina Gulpî û wê serdemê dinêrin, bi zelalî xuya dike ku YNK ê ev pêşniyar pêşkêşî Gulpî kiriye. Ev ji ber ku YNK li Silêmaniyê tekane rêxistina ku xwediyê hêzê ku vê pêşnîyarê bike ye. Wê demê Qasim Silêmanî rojane YNK koordîne dikir.  

“Tevgera Dijî-Barzanî” ya ku di sala 2016 an de dest pê kirî û Hêzên Li Pişt wê tevgerê

Daxuyaniyên Gulpî bi taybetî girîng in ji ber ku ew balê dikişînin ser navenda dij-PDK û Barzani ku piştî 2014 an dest pê kir. Ew her weha bi zelalî hêza li pişt “tevgera dij-Barzanî” ya ku di wê demê de ji hêla YNK û PKKê ve hatibû destpêkirin eşkere dike. Piştî ku serokê wê Celal Talabanî di sala 2012 an de nexweş ket, YNK bi temamî bû duvikê Îranê.

Piştî Cemîl Bayik wek hevserokê KCK ê di Tebaxa 2013 an de, PKKê qebûl kir ku bibe pêkhateyek ji ajandeya Îranê. Wekî ku berê di medyayê de hatibû ragihandin, Qasim Silêmanî di sala 2016 an de bi serokê wê demê yê PKKê û hevserokê KCK ê Cemîl Bayik re tevgerîya, tam wekî ku Gulpî destnîşan kirî. Li gorî raporên medyayê, civîn li Silêmaniyê pêk hat. Li Silêmanîyê stratejiyek hevbeş YNK û PKKê, bi hevkariya Heşdî Şebî darişt da ku Hewlêrê ji nav bibin û bi zextekî pir alî di xwestin bizava Barzanî teslîm bigirin.

Qasim Silêmanî di sala 2020 an de hat kuştin, lê rêbaza wî heta roja îro jî berdewam dikin. Êrîşa li ser Hewlêrê bi mûşekên Îranî, milîsên Iraqî û êrişa Doronî planekî têkbirina Hewlêrî bû.  Êrîşa Mijdara borî ya li ser zevîyên gaza Kor Mor, û dîsa di 29 ê Mijdarê de, provokasyona ku li navçeya Xebat a Hewlêrê rafineriya petrolê ya Lanazê hedef girtî, ji hêla YNK û Heşdî Şebî ve bi karanîna hin endamên eşîrên li herêmê hat kirin, hemî beşek ji van planan wêrankar bû.

Û ew siyaset îro jî berdewam dike. Ji bo têgihîştina bingeha êrîşa li ser Kor Mor di sala 2025 an de û provokasyonên ku li gundê Lacanê hatin kirin, ku xwe li pişt eşîra Herkî veşartin, pirr girîngin. Ji bo ewlehîya netewî pêdivîye kû pir kûr duvçûn werin kirin.

Rêxistina ku Gulpî damezrandî bi kê ve girêdayî bû?

Tê zanîn ku Gulpî, ku di navbera salên 2003 û 2010 an de wekî serokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PCDK) kar di kir, ku ji hêla PKKê bû Başûrê Kurdistanê ev rêxistin hatibû damezrandin. di salên 2003 û 2010 an de, ji ber dûrketina PKKê ji rêgeza Kurdistanî û zexta kadroyên PKKê, ewî nekarî bixebite û îstifa kir. Tevî vê yekê jî, Gulpî têkiliyên xwe bi PKKê re qut nekiriye. Di çarçoveya înîsiyatîfa ku di sala 2015 an de li Silêmaniyê dest pê kir de, PKKê daxwaz kir ku Gulpî akademiyekê ava bike û navê wê bike “Akademiya Zanistên Siyasî ya Evdila Ocalan”. Lê belê, ji ber şert û mercan nav hat guhertin.

Akademiya siyasî ya ku Gulpî behis dike, rêxistinek ser bi PKKê ve ye. Lê belê, piştî ku bi rêya vê akademîyê PKKê bi gelek derdoran re têkilî danî, êdî ev akademî fesih kir.

Pustên heman beş