Gavek ji bo yekrêziya Kurdî: Partiya Pêşverû vedigere nava ENKSê

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi awayekî fermî biryara vegera Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Pêşverû) bo nava refên xwe erê kir. Ev pêngav ji aliyê rayedarên ENKSê û çavdêran ve wekî “xurtkirina yekrêziya Kurdî” tê binavkirin.
Di civîna xwe ya dawî de, ENKSê daxwaza Partiya Pêşverû ya ji bo vegera nava encûmenê qebûl kir. Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso diyar kir, ev partî yek ji damezrênerên ENKSê ye û vegera wê dê encûmenê bihêztir bike.
Silêman Oso got: “Partiya Pêşverû yek ji wan partiyan bû ku di damezrandina ENKSê de beşdar bûbû. Beriya bêtirî şeş mehan daxwaza vegerê kiribûn û daxwaza wan li cih bû. Piştî gotûbêjan li ser belgeyên siyasî û rêxistinî, me li hev kir û daxwaza wan hat qebûlkirin.”
Pêşverû: Armanca me xizmeta doza Kurd e
Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû Fener Ebdî, sedema vegera xwe wiha şîrove kir: “Partiya me ENKSê wekî hilgira projeya neteweyî ya Kurdî dibîne. Armanca me ji vê vegerê, xizmetkirina daxwazî û armancên gelê Kurd e.”
Ebdî got ku ev pêngav piştî 5 mehan ji danûstandinan hatiye avêtin û ew dixwazin ENKS rola xwe ya rasteqîn û aktîf bilîze, wekî çawa di destpêka damezrandina xwe de bû.
Çavdêr: Gaveke erênî ye
Çavdêrên siyasî vê pêngavê wekî gaveke erênî û di cih de dibînin. Ew bawer dikin ku vegera Partiya Pêşverû dê bibe sedema yekxistina helwesta Kurdî û xizmeta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.
Partiya Pêşverû
Partiya Pêşverû berî 10 salan, roja 3ê Tîrmeha 2015an, di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo biryara vekişîna xwe ji Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ragihandibû.
Piştî koça dawî ya Sekreterê Pêşverû Ebdulhemîd Derwîş (24ê Cotmeha 2019an), partî tûşî qeyraneke navxweyî bibû û ji ber nakokiyan kongreya wan çend caran hatibû paşxistin.
Di encama van nakokiyan de, ev partî di dawiya sala 2023an de bû du bask û du kongreyên cuda lidar xistin:
– Yekem: Di 20ê Cotmeha 2023an de, Selah Derwîş (birayê Hemîdê Hecî Derwîş) kongreyek lidar xist û tê de wekî sekreterê partiyê hatibû hilbijartin.
– Duyem: Di 13ê Berçileya 2023an de jî, kongreyeke din bi navê heman partiyê li bajarê Amûdê hat lidarxistin û tê de Ehmed Berekat wekî sekreter hatibû hilbijartin.