PKKe her roj mirina komên ciwanên Kurdan radgihîne

PKK-5-gerila-kurd-turkey-Info

Nasnameya 5 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li sala 2018ê li Garê da ne kuştin û mirina wan veşartî hiştibû. Du ji wan ji Herêma Kurdistanê ne.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja duşemî 15 Kanûna 2025ê, nasnameyên 5 Gerîlayên xwe aşkere kirine ku li mehên Adar û Tebaxa sala 2018ê li Çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê dane kuştin û mirina wan veşartî hiştibû.

Navên wan wisaye:

Sungul Yaşar ji Amedê.

Hacî Fikret ji Amedê.

Osman Adulrahman ji Kerkûkê.

Sîfok Muhsîn ji Şengalê.

Belav Sadulla ji Colemêrgê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye milîtanên me yên Apoyî bûn xwe fedayê rêbertiyê kirin!.

Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.

Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.