PKKe û baskên wê tenê di revandina zarokan de lehnigin

Çeteyên PKKê zarokekî din yê Kurd bi navê Basil Kemal ji Kobanê revandin û çarnûsa wî nediyare, ev jî dibe zarokê 14mîn ku di sê mehên rabûrî de li ser destê çeteyên PKKê ji Kobanê tê revandin.
Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, li roja 3 Kanûna 2025ê, çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger ku karê wan revandina zarokane, zarokekî temen 12 sal ji Kobanê revandin û çarenûsa wê nediyare.
Çavkaniyên me aşkere kirin, zarokê revandî navî wî Basil Kemal Hemo ye, ji şêniyên gundê Girkê yê Kobanê ye, xwendekare û li pola 6ê ye.
Ciwanên Şoreşger li 22 Mijdarê jî xwendekarekî din yê bi navê Mûsa Salih Elo ji Kobanê revandibûn û hêjan jî agahî li ser wî tune ne.
Hêjayî bi bîranînê ye, li du mehên rabûrî Ciwanên Şoreşger 12 zarok Kobanê revandine û çarenûsa wan bi nedyarî maye.
Ciwanên Şoreşger rêxistineke Ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast ya Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.