Skip to content
Xewna min û rewşa pkk

Bûbê Eser
Min xewnek dît ku Xocê Xizir hate ba min û got: Bûbê yê hêja! tu û gelekên weke te xwe diêşînin, rîsk digirin û li ser pkk bê westan dinivîsînin. Lê pkk tu caran ji bona Kurd û Kurdistanê xwe naêşîne, ji ber ku ew ji bona hemî hêjayiyên kurdan û kurdistaniyan têk bibe hatiye damezrandin. Ji ber ku pkk rêxistineke dagir-keran e. Min xwest rastiya vê ji te re bêjim ku tu jî di nava gelde belav bike.
Min meraq kir û got: Fermo te guhdarî dikim. Gelo ez ê ji xelkê re çi bêjim?
-Berî her tiştî divê Kurd vê yekê baş fêr û îqna bibin ku pkk tu caran nexwestiye û naxwaze ji bona kurdan kar û xebatê bike. Hemî kar û xebatên wê ji bona xurtkirina komara tirkiyê û parastina sînorên dagir-keran e.
-Tu dikarî vê hinekî veke ku ev zêdeyê 30 salan şerê çekdarî ji bona çi kirin? Ma ne digotin em ê her çar perçên kurdistanê xilas bikin?
-Belê, lê xelaskirina ku wan bi nav dikir ne azadiya kurdan û Kurdistanê bû. Yanî xwestin bêjin em ê kurdan tune bikin. Xelas bikin. Ne ku azad bikin. Lê kurdan ev fêm nekirin. Lewra ew şerê wan ji bona hilweşandin û xerabkirina Kurdistanê bû. Guherandina cografiya Kurdistanê bû. Heger ew şer nehatiba kirin, wê ewqasî kurdên welatparêz nehatibana kuştin. Wê Kurdistan ewqasî nehatiba valakirin. Miletê kurd wê ewqasî bi kuçe û kolanên bajarên tirkan neketibana.
– Himmm, Baş e. Xuceyê xizir. Lê dema mirov vê ji xelkê re dibêje bawer nakin û êrîşên kesên ku vê rewşê dibêjin û dinivîsnîn dikin. Gelo hûn rewşa vê pêvajoya aşitiya ku destpêkiriye, dikarin çawa bêjin ango çawa dibînin?
– Miletê nezan aqilê wî di çavên wî de ye. Bi çavên xwe çi dibîne ji wê bawer dike. Yanî aqil kar nake. Pêvajo ya ku (dikene) ji aliyê Baxçelî destpêkiriye tunebûna gelê Kurd e. Ji ber ku xwîna Evdilayê serokê pkk û Baxçeliyê serokê MHP ji dîrokek dirêj bi me dide zanîn ku ew ji yek xwînê tên. Ya rastî kurd vê nizanin ku pkk ji teref Baxçelî, Evdila û bi piştgiriya dewleta kûr hatibû damezrandin û tê bi rêvebirin. Çek û aboriya pkk dewletê dida. Ev çîrok dûr û dirêj e.
– Baş e gelo ev pêvajoya ku dibêjin, pêvajoya aşitiye ye. Tu wê çawa şirove dike? Yanî li gor te çi girîngiya vê heye?
– Girîngiya wê ji bona xurtkirina tirkiyek bi hêz û mezin hêja ye. Divê bê zanîn ku yên dijminê kurdan tu caran naxwazin kurd bibin xwedî maf. Loma divê kurd bizanibin ku ev proje di eslê xwe de tunebûna Kurdan û xurtkirina tirkiyî ye. Weke min berê jî gotibû ku Evdila û Baxçelê di warê xwînê de dighêjin hev. Ya din Pervîn Buldan bi eslê xwe erebe. Jina serokkomarê tirkiyê jî ereb e. Xwîna van herduyan jî yek e. Û xwîna wan ne ya kurdan e. Ji ber vê yên ne kurd in, li ser mafê kurdan biryar didin. Ma gelo wê ji kurdan re çi fêde wê hebe? Yanî gotina min ya talî ev e ku yên ne kurd in tu caran naxwazin kêşeya kurdan bê çareser kirin. Hêvîdarim, hatibe fêmkirin ku kî pêşkêşiya vê dike. Divê kurd li ser vê bifikirin ku ev pêvajoya li ser navê aşitiyê destpêkiriye, di eslê xwe de tunebûna kurdan e.
– Spas mala te ava bî Xoceyê Xizirê hêja. Baş e, PKK çek danî. Gelo wê rewşa rêvebir û gerilayên wê çawa be? Xoce hilmeke kûr kişand nava dilê xwe û got:
– Li gor qenat û baweriya min, dê piraniya gerila vegerin mala xwe ango tirkiyê. Wê bibin parêzgerê komara tirkiyê. Weke polîs, leşker ûhwd. Ji avakirina pkk ya li ser destê Evdila û Baxçelî ku mirovên hevdu yên xwînê ne, ev bû. Dawiya vî filmê dirêj dê weha biqede….
– Baş e gelo wê serkirdayiyên pkk çi bikin? Çareseriya wan dê çawa be?
– Ji xwe hemî zilamê dewletêne. Wê wan jî bibin Îmraliyê. Ji bona wan jî qesr û Qonax çê bikin. Dibe ku çêkiribin jî. Li Wir wê jiyaneke xweş û bê tirs bijîn. Hemî dê li gel hev projeyên tunekirina kurdan bi rêyên ”demokratîk” amade bikin. Wê DEM an partiyek din ya dewletê ku wê Evdila damezrîne, bide kirin ku kurdan di warê demokratîk de bikin tirkê baş.
– Spasî cenabê te dikim ya Xoceyê hêja. Heger kurd fêm bikin te tiştên baş gotin. Gotina te ya talî ji bona kurdan wê çi be?
-Divê kurd yekitiya xwe ava bikin. Bi kuçe û kolanên welêt bikevin vê rewşê bi zelalî bêjin. Bi rêya demokrasiyeke hevbeş bi hêz û qaweteke gelemperî û ne weke demokrasiya Evdo pêk bînin û vê ji ewropiyan re vebêjin. Wê wext bigire lê dê roj bê ya rast bi serbikeve.