Li Yalovayê di operasyona li dijî DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin

Di operasyona li dijî DAIŞê de di navbera polîsê Tirk û endamên DAIŞê de şer û pevçûn derket û 3 polîs hatin kuştin, 8 polîs û bekçiyek jî birîndar bûn. Hat ragehandin 6 endamên rêxistina terorîst a DAIŞê jî hatin kuştin.
Bûyer şeva borî demjimêr 02:00ê pêkhat û li taxa Îsmetpaşa operasyon li dijî malekî pêkhat û şer û pevçûn derket.
Di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 8 polîs û bekçiyek jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlikaya ragehand; Polîsên me Îlker Pehlivan, Turgut Kulunk û Yasîn Koçyigit di operasyonê de hatin kuştin û em ji xwedê daxwaz dikin, rehma xwe li wan bike û serê malbat û saziya ewlehiyê saxbe.
Herwaha ragehand, di bûyerê de 6 endamên rêxistina terorîst jî hatine kuştin û ragehand; endamên rêxistina terorîst ên DAIŞê yên hatine kuştin hemwelatiyên Tirkiyê ne.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got; Operasyona demjimêr 02:00ê destpêkir, heta serê sibehê demjimêr 09:40ê berdewam kiriye û temam bûye û got, 5 jin û 6 zarokên li heman adresê bûn, ji malê hatine derxistin.