Li taxên Kurdan ên Helebê dîsa şer dest pê kir

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) û artêşa Sûriyeyê de derketin û nexweşxaneyek ji kar ket.
Îro sibehê careke din êrişên li taxên Kurdan ên Helebê dest pê kir.
Hat ragihandin ku ji şeva borî ve şer li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ranewestiyaye û îro berê sibehê dîsa bi dijwarî dest pê kiriye.
Artêşa Sûriyeyê ji doh ve asta êrişên xwe yên li ser taxên di bin kontrola Asayîşa Rêveberiya Xweser de dijwartir kiriye.
Li gorî daxuyaniya Asayîşa wan taxan, ji Çiriya Pêşîn a 2025an ve ew dever ji aliyê komên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve rastî êrişan tên.
Di êrişa dawî ya ku doh hat kirin de, 4 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.