Artêşa Sûriyeyê li taxên Kurdan şer ragihand: ‘Baregehên HSDyê armancên me yên rewa ne’

Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihand ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, wekî “hedefên leşkerî yên rewa” tên dîtin û dê bên armanckirin.
Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku ev gav piştî wê yekê tê ku wan hêzan (HSD) aloziyên xwe ber bi taxên din ên bajarê Helebê ve berfireh kirine û li dijî welatiyên sivîl “komkujî” kirine.
Di daxuyaniyê de hişyarî ji niştecihên sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat dayîn ku di demeke herî zû de ji baregeh û navendên leşkerî yên HSDyê dûr bikevin da ku canê wan parastî be.
Her wiha Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo derketina welatiyan du korîdorên mirovî yên ewle vekirine ku ew jî “Deriyê Ewariz” û “Deriyê Kolana Zuhûrê” ne.
Artêşa Sûriyeyê destnîşan kir ku ew derî dê heta saet 15:00ê îro piştî nîvro vekirî bimînin.