Fransa banga agirbestê li Helebê dike û piştgiriyê dide vekişîna şervanan a bi rûmet

Fransa banga agirbestê li Helebê dike û piştgiriyê dide vekişîna şervanan a bi rûmet

Hikûmeta Fransayê nîgeraniyeke kûr li ser ji nû ve destpêkirina şer li taxa Şêx Meqsûd a Helebê nîşan da û bang li hemû aliyan kir ku tavilê vegerin peymana agirbestê.

Îro 10.01.2026ê Wezareta Derve ya Fransayê banga gihandina alîkariyên mirovî û parastina jiyana sivîlan li bajêr kir. Fransayê got ku ew piştgiriyê dide pêşniyarên ku armanca wan parastina sivîlan e, mîna sozên berê yên ku ji hêla hikûmeta Sûriyeyê ve hatine dayîn, û daxwaz kir ku destûr bê dayîn ku şervan bi awayekî “bi rûmet” ji herêmê vekişin.

Parîsê tekez kir ku ew ê bi hevkarên xwe yên navneteweyî, di serî de Dewletên Yekbûyî, re, berdewam bike ku ewlehî û aramiyê vegerîne Helebê di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî, serwer û piralî de ku hemû civak tê de temsîl dibin.

Helwesta Fransayê di demekê de tê ku pevçûnên giran di navbera artêşa Erebî ya Sûriyê û şervanên Kurd de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di 06.01.2026ê de dest pê kirin. Li gorî hejmarên herî dawî, pevçûnê zêdetirî 159,000 kes koçber kirine.

Ev pêşketinên tund piştî wê yekê tên ku pêkanîna peymana 10ê Adara 2025an, ku armanc dikir hêzên Kurdî tevlî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bike, rastî astengiyekê hat. Fransa, wekî hevkarekî navneteweyî, berê jî daxwaz kiribû ku mafên hemû pêkhateyan di nav rejîma nû de werin parastin.

Pustên heman beş