Kurdistan, Welatê Kurd û Kurdistanîya ye!

Dewletên ku axa miletê Kurd dagir kirine, bila baş bizanibin ku ger kurdek jî bi tena serê xwe li ser rûyê erdê bimîne, wê doza welatê xwe bike.
Bila dewletên dagirkarên Kurdistanê, yên ku bi zor û zilmê, bi qirkirin û siyaseta xwe ya hovane li ser Kurdan dimeşînin, vê gotina min ji xwe re bikin guhar û bi ciddî bigirin.
Ev demek e ku li Rojhilatê Kurdistanê, li hember desthilatdarên dîktatoriya Îranê ya dagirkar, serhildan didomin. Bi dehan cangorî û bi sedan birîndar û girtî hene. Desthilatdarên Îranê, bi hemû hêza xwe û bi hemû metodên xwe yên biqirêj, êrîşê tînin ser çalakvanên azadîyê.
Welatên wekî Emerîka û Yekîtiya Ewropayê, li hember vê barbarîya dewleta Îranê bêdeng in. Ev rewş hem cihê xemgîniyê ye û hem jî cihê metirsiyê ye.
Piştî hilweşandina rejîma Sûriyeyê, bi navê HTŞ –ku ji hêzên terorîst ên wekî DAÎŞ, El-Qaîde, El-Nusra û Artêşa Azad a Sûriyeyê pêk tê–, li Şamê de facto îktîdar girtin destê xwe. Hemû cîhana medenî van hêzan nas dike, lê Emerîka kesekî bi navê Mehmûd El-Şaraa (Colanî) –ku 10 mîlyon dolar xelat danîbû ser serê wî–, ew xelat rakir û wekî “avakarê Sûriyeyeke nû” destnîşan kir, pê re ket têkiliyê, wî bir Koşka Spî û bi germahiyek mezin pêşwazî li vî qatilî kir. Hemû hêz û kesayetiyên hestyar ji vê yekê şaş man!
Dîsa Emerîka, ji bo avakirina “Sûriyeyeke nû”, dewleta tirk a barbar –ku dijminê miletê Kurd e–, kir alîkarê Colanî ji bo avakirina Sûriyeyê! Ev tê wateya ku hûn keriyê berxan emanetî gurê har dikin!
Wekî ku em dizanin, dewleta tirk, di nav van hêzên tundrew, qatil û terorîst de xwedî hêzek mezin e. Li gorî agahiyên li ber dest, Tirkiye li ser axa Sûriyeyê 30 hezar çekdarên ji van hêzan îdare dike, bi pirçek dike û bi çekên giran wan raserî Dûrziyan, Mûsewiyên û Kurdan dike.
Bi serê salê re, di taxên Kurdan de dest bi paqijiyek etnîkî ya li dijî miletê Kurd kirine. Bi serkêşiya serbazên paramîlîter yên dewleta tirk, van hêzên tundrew –bi çekên dewleta barbar a tirk–, li taxên Helebê yên wekî Eşrefiye û Şêx Meqsûd bi çekên giran dest bi êrîşan kirine. Ev hêzên ku qirkirina Kurdan kirine karê xwe, di mizgeftên xwe de Kurdan wekî “qewmê kafir” pênase dikin û “kujtina Kurdan” wekî wacibek olî ya Îslamê didin nîşan. Ev metod, metodên barbarên tirk in û dehan caran li axa Kurdistanê bi van bangan komkujî meşandine.
Dewleta tirk a barbar, bi hêzên terorîst ên li Sûriyeyê re, li dijî miletê Kurd paqijiyek etnîkî dest pê kiriye. Ew terorîstên ku tirk wan xwedî dikin, çekan didin wan û li dijî Kurdan bikar tînin, bi tirkên barbar re di yek dosyayê de ne. Kurdino, li hemberî van barbaran bibin yek.
Dev ji siyaseta ku xizmetê ji dijmin re dike û karesatên dijmin yên li ser Kurdan hêsan dike, berdin.
Rojhilat-Rojava, Bakur-Başûrê Kurdistanê tu ye, canê te ye, birayê te ye.
Tirk, ereb û faris dest bi xwînin, dijminê te ne!
Divê Kurd vê rastiyê bibînin û dev ji wan kesên qaşo bi navê “serokê Kurdan” koletiya Kurdan dixwazin, berdin.
Îro roja vê şîarê ye:
Kurdistan yek welat e.
Rojava Rojhilat e,
Başûr û Bakur rake.