Ahmet Davutoglu: Em binpêkirina mafên Kurdan li Sûriyeyê qebûl nakin

Ahmet-Davutoglu-info

Serokê Giştî yê Partiya Siberojê Ahmet Davutoglu ragihand, dirêjbûna pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê rê li ber destêwerdanên biyanî vedike. Tekez kir jî, ew li dijî binpêkirina mafên Kurdan ên li Sûriyê ne.

Ahmet Davutoglu di civîna fraksiyona “Yeni Yol” de li ser geşedanên dawî yên li Tirkiye û Sûriyê axivî. Davutoglu bal kişand ser peywendiya navbera aramiya navxweyî û polîtîkaya derve û diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Kurdên Sûriyê bandoreke rasterast li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dike.

Davutoglu destnîşan kir, wî di destpêkê de piştgirî dabû gava Devlet Bahçelî, lê belê hişyarî dabû ku ev pêvajo neyê paşxistin. Davutoglu wiha axivî: “Min piştevaniya xwe diyar kiribû, lê min gotibû proseyê dirêj nekin. Her karekî ku li vê herêmê dirêj bibe, destêwerdanên derekî lê zêde dibin. Divê gavên zûtir werin avêtin. “

Davutoglu got: “Em dibînin ku hinek alî hişyarî didin Tirkiyeyê; ti kes nikare hişyariyê bide me, lê di heman demê de ti kes nikare birayên me yên Kurd li Sûriyê wekî neyar (dijmin) bibîne.”

Serokê Partiya Siberojê rexne li wê hişmendiyê girt ku Kurdên Sûriyê wekî metirsî pênase dike û got: “Kurd dipirsin; çima Tirkiye Kurdên li Sûriyê wekî gef dibîne? Ji aliyê din ve, hinek îdîa dikin ku Îsraîl li bakurê Sûriyê dewletekê ava dike. Ev nîqaş dibin sedem ku piştevaniya gel bo pêvajoya aştiyê kêm bibe û parçebûna civakî zêde bibe. Em ti carî qebûl nakin ku mafên Kurdan li Sûriyê werin binpêkirin.”

Davutoglu di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir ku polîtîkayeke zelaltir û dadperwertir li hemberî Kurdên li herêmê bimeşîne, da ku aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê neyê xerabkirin.

Pustên heman beş