Alaya Îsraîlê li Sûriyeyê ye lê hûn Kurdan bi sîyonîzmê tohmetbar dikin

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik got, “Di nav axa Sûriyeyê de alaya Îsraîlê li ba dibe lê Kurd bi sîyonîzmê tên tohmetbarkirin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik doh di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê rûdanên dawî yên li Sûriyeyê axivî.
Sirri Sakik bersiva wan îdiayan da ku dibêjin berpirsên Rojavayê Kurdistanê piştevaniyê ji Îsraîlê werdigirin.
Sakik bal kişand ser bilindkirina alaya Îsraîlê ya li Girên Golanê yên Sûriyeyê û got, “Kurd ti caran nebûne xulamên sîyonîzmê.”
Sakik di dema axaftina xwe de wêneyekî Girên Golanê nîşanî parlamenteran da û nerazîbûna xwe li hemberî tohmetbarkirina Kurdan anî ziman:
“Parlamenterên birêz baş li vî wêneyî binêrin. Ev Girên Golanê ye, axa Sûriyeyê ye. Li wê derê alaya Îsraîlê li ba dibe. Yên ku Kurdan bi sîyonîzmê tohmetbar dikin binêrin, di alaya sîyonîzmê li wê derê tê bilindkirin û li Parîsê li gel Îsraîlê peyman tên îmzekirin û êrişî du taxên Kurdan tên kirin, diyar e ka kî xulamên Îsraîlê ne.”