Peymana di navbera HSD û Şamê de îro tê cîbicîkirin

Peymana di navbera HSD û Şamê de îro tê cîbicîkirin

Biryar e îro pêvajoya cîbicîkirina “Peymana Giştî” ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê bi fermî dest pê bike. Ji bo parastina ewlehiyê, li bajarên Qamişlo û Hesekê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, îro 2ê Sibata 2026an, di çarçoveya qonaxa yekem a peymana navbera HSD û Şamê de, hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê li “Çargoşeya Ewlehiyê” ya Qamişloyê hatin bicihkirin. Hevdem li gel vê liv û tevgera bejayî, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî jî li ser asîmanê her du bajaran (Qamişlo û Hesekê) difirin.

Hêzeke nû ya leşkerî tê avakirin

Di qonaxa yekem a vê peymanê de ku tê payîn mehekê bidome, fîrqeyeke nû ya leşkerî ji bo parêzgeha Hesekê tê avakirin. Ev fîrqe dê ji 3 lîwayan û nêzîkî 16 hezar şervanên HSDyê pêk bê. Her wiha lîwayeke taybet jî ji bo hêzên Kobanê tê avakirin ku dê ser bi fîrqeyeke parêzgeha Helebê ve be.

Radestkirina firokexane, dergeh û bîrên neftê

Piştî ku Firokxaneya Qamişlo û dergehên sînorî radestî desthilatên hikûmetê hatin kirin, di qonaxa duyem de dê kîlgehên neftê yên Rimeylan û Siweydiyê jî radestî Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê werin kirin. Di warê îdarî de jî, hemû saziyên Rêveberiya Xweser dê bi saziyên dewletê re werin yekkirin û karmendên sivîl dê di postên xwe de werin mîsogerkirin.

Qedexeya hatûçûnê û tedbîrên ewlehiyê

Hêzên Ewlehiya Hindurîn (Asayîş) ragihand, qedexeya hatûçûnê li Hesekê û Qamişloyê heta saet 18:00ê êvarê berdewam dike. Ev biryar ji bo rêgirtina li her alozî û pûçkirina hewildanên têkbirina ewlehiyê hatibû standin. Asayîşê hişyarî da ku dê li dijî her binpêkirinekê tedbîrên tund werin girtin.

Detayên Peymana 14 Xalî:

Peymana ku di 29ê Çileya 2026an de hatibû îmzekirin, ji van xalên sereke pêk tê:

1- Agirbest û Girtîgeh: Ragihandina agirbesteke giştî û parastina girtîgehên DAIŞê ji aliyê HSDyê ve bi piştgiriya lojîstîk a dewletê.

2- Vekişîna Leşkerî: Vekişîna HSDê ji navendên bajaran ber bi kampên leşkerî ve û vekişîna artêşa Sûriyeyê ji bo navçeya Şedadiyê.

3- Yekkirina Hêzên Ewlehiyê: Hêzên Asayîşê dê bi Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê re werin yekkirin.

4- Dabeşkirina Postan: Parêzgarê Hesekê dê ji aliyê HSDê ve û Fermandarê Polîsan dê ji aliyê hikûmetê ve were diyarkirin. Her wiha Alîkarê Wezîrê Bergiriyê dê bibe kandîdê HSDê.

5- Dergehên Sînorî: Dergehên Sêmalka û Nisêbînê ji bo geştên sivîl û bazirganiyê bi fermî tên vekirin.

6- Bawernameyên Xwendinê: Hemû bawernameyên dibistan û zanîngehên Rêveberiya Xweser ji aliyê dewletê ve tên qebûlkirin.

7- Ziman û Perwerdeya Kurdî: Gotûbêj li ser taybetmendiyên perwerdeya Kurdî bi Wezareta Perwerdeyê re berdewam dikin.

8- Vegerîna Koçberan: Vegerandina koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bo ser mal û milkên wan tê mîsogerkirin.

9- Rewşa Medyayê: Destûra karkirinê ji bo hemû sazî û dezgehên medyayî yên herêmê li gorî qanûnên Sûriyeyê tê dayîn.

Tê çaverêkirin ku ev peyman di nava pênc qonaxan de bi temamî bikeve warê cibicîkirinê û dawî li nakokiyên siyasî û leşkerî yên gelek salan bîne.