Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê nîşan da ku di xweşî û nexweşiyê de pişt û penayê hev e

Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê spasiya gelê Kurdistanê kir, ji bo wê piştgiriya dilsozane û komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê. Serok Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê careke din nîşanî cîhanê da ku di nava her şert û mercî de pişt û penayê hevdu ne.
Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Sibata 2026an, peyameke spasiyê pêşkêşî welatiyên Kurdistanê, dezgehên xêrxwazî û medyayê kir, ku bi awayekî çalak beşdarî kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bûne.
Serok Barzanî di peyama xwe de giringiya vê piştgiriyê destnîşan kir û got: “Ez gelekî spasiya hemû welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê dikim ji bo bersivdana wan a dilsozane di komkirina alîkarî û alîkariya xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê de. Ev helwesta wan dîrokî ye û cihê şanazî û pêzanînê ye.”
Spasî ji bo BCF, medya û xwebexşan
Serok Barzanî bi taybetî spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) û hemû rêxistin, kesayet û dezgehên medyayê kir ku di komkirin û gihandina pêdiviyan de roleke sereke lîstine. Serok Barzanî diyar kir ku wan erkekî neteweyî û nîştimanî bi awayekî herî baş bi cih anîne û ev yek jî dibe sedema bilindbûna hesta welatperweriyê di nava civakê de.
‘Kurdistan di xweşî û nexweşiyê de yek e’
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî tekezî li ser yekîtiya gelê Kurdistanê kir û wiha got: “Xelkê xoşdivî yê Kurdistanê careke din ew rastî ji bo hemû cîhanê dubare kir ku gelê Kurdistanê di xweşî û nexweşiyê de hevpar, hevxem û pişt û penayê hevdu ne.”
Ev peyama Serok Barzanî piştî destpêkirina pêleke berfireh a alîkariyan ji Herêma Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat, ku piştî dorpêça li ser herêmên Rojavayê, pêdiviyeke mezin a xelkê herêmê bi xurek, derman û sotemeniyê hebû.