Bi amadebûna Serok Barzanî Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê li Hewlêrê dest pê dike

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û 800 bijîşk û pisporên navxweyî û navdewlet, 11emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê li bajarê Hewlêrê dest pê dike.
li Hewlêra Paytext, îro 5ê Sibatê kar û xebatên 11emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê bi merasîmeke fermî dest pê dike. Di merasîma destpêkirina kongreyê de Serok Mesûd Barzanî amade dibe û biryar e gotarekê li ser giringiya kerta tenduristiyê pêşkêş bike.
Di vê kongreya navdewletî de, zêdetirî 800 bijîşk, pispor û lêkolînerên warê tenduristiyê yên ji Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên cuda yên cîhanê beşdar bûne. Armanca sereke ya kongreyê, afirandina platformekê ye ji bo danûstandina zanistî di navbera bijîşkên herêmî û pisporên biyanî de.
Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê dê du rojan berdewam bike. Di nava vê demê de, dê tîşk were xistin ser herî dawî pêşketinên bijîşkî û teknolojiyên nû yên di warê dermankirinê de li seranserê cîhanê.