PYD’ê rê neda bijîşkên Rojava beşdarî kongreya tenduristiyê ya Mezopotamyayê bibin

PTD’ê rê neda bijîşkên Rojava beşdarî kongreya tenduristiyê ya Mezopotamyayê bibin

Îro 11emîn kongreya tenduristiyê ya Mezopotamyayê li Hewlêra paytexta Kurdistanê bi amadebûna Serok Barzanî û beşdarbûna 800 bijîşk û pisporên herêmî û navneteweyî dest pê kir, lê tişta balkêş ev bû ku ti bijîşk ji Rojava beşdar nebûn, ev jî ji ber ku PYD’ê rê bi beşdarbûna wan neda.

Di destpêka kongreyê de serok Mesûd Barzanî gotarek girîng pêşkêş kir û têde ragihand, “Hewlêr mala bijîşkên her çar perçeyên Kurdistanê ye”.

Biryar bû 70 bijîşkên Rojavayê Kurdistanê jî tevlî vê kongreyê bibin, lê belê li gor agahiyan rayedarên PYD’ê li deriyê Sêmalka rê li ber wan girtiye û destûra derbasbûna ji sînor bi wan nedaye.

Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî, bi tenê 2 bijîşkên Rojava karîne ji deriyê sînorî derbas bibin û beşdarî kongreyê bibin ku ew jî xwedî mafê îqameyê ne li Başûr.

Tevî ku bijîşkên Rojava ji rayedarên deriyê sînorî yê Sêmalka xwest zelalkirinekê biden wan ka çima rê bi derbasbûna wan nadin, lê berpirsên deriyê sînorî bi tenê ji wan re gotiye, “Ev fermane û ji me re hatiye.”

Ev kongreya tenduristiyê ya Mezopotamyayê dê du rojan berdewam bike. Di nava vê demê de, dê tîşk were xistin ser herî dawî pêşketinên pijîşkî û teknolojî yên nûyên di warê dermankirinê de li seranserê cîhanê.