Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan: Nêzîk e av û xwarin li Kobaniyê nemînin

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di ragihandinekê de, ragihand ku, rewşa mirovî li bajarê Kobaniyê bi awayekê xeter xirab bûye, herwesa ew bajar êdî nikare wê pêla mezin a awareyan wergire, ji ber vê yekê jî dabînkirina pêdivîtiyên bingehîn ên welatiyan û awareyan nêzîk e bi tevahî nemînin, herwesa haydariyê li ser karesateka tenduristî û mirovî dide.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan li ser zarê çavkaniyên xwecihî û şahidan belav kiriye ku, bi hezaran aware li Kobaniyê di şert û mercên dijwar de dijîn, ji ber kêmbûna xwarinê, ava vexwarinê ya paqij û dermanan dinalin, herwesa belavbûna nexweşiyan bi rengekê berçav zêdebûye, xasma jî di nav zarokan de, ji ber nebûna şîrê zarokan û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn.
Şêniyên Kobaniyê û aware xwe dispêrin ava bîran, ji ber nebûna çavkaniyên ava paqij, zanyarên bijîşkî û meydanî Amajeyê didin pîsbûna van avan ji ber tevlihevbûna wan bi ava avrêyan re, ku bûye sedema jehrînbûna girseyî.
Karmendên bijîşkî dibêjin ku, Nexweşxaneya Giştî ya Kobaniyê her roj pêşwaziya zêdetir ji 500 bûyerên jehrînbûnê dike ku piraniya wan zarok û jin in. ev kes tûşî vereşîn, zikçûn û êşa zik bûn. Çavkaniyên tenduristiyê haydariyê didin ku, berdewambûna li ser bikaranîna vê ava pîs dê rewşa tenduristiyê ji kontrolê derxe.
Amaje jî da ku, piraniya nexweşxane û navendên tenduristiyê li Kobaniyê ji kar keftine. Nemana gazoîlê ji bo xebitandina jeneratoran jî pirsgirêkeka din e, ku bandoreka rasterast li ser odeya operasyonan û parên çavdêriya giran kiriye û bûye sedema rawestandina gelek xizmetên bijîşkî.
Herwesa dezgehên tenduristiyê ji ber nebûna dermanên sereke û pêdivîtiyên bijîşkî dinalin, wekî madeyên bêhişkirinê û antîbiyotîkan, ku ev yek jî bûye sedem ku karmendên bijîşkî gelek operasyonan paş bixin an jî hilweşînin, ku jiyana nexweşan, xasma jî yên ku nexweşiyên demdirêj hene, dixe xeterê.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan haydariyê dike ku, rawestiyana firinan li Kobaniyê dê bibe sedema krîzeka giran a ewlehiya xwarinê.
Kobanî herwesa rûbirûyî pêleka mezin a awareyan bûye, bi gihîştina bi dehan hezar awareyan ji zêdetir ji 200 gundan di demeka kurt de, ji bilî awareyên kampa Tel Samenê û bi hezaran malbatan ji bajarên Tebqa û Reqayê. Vê pêla mezin zexteka zêde xistiye ser jêrxaneya wî bajarî û xizmetkariyên bingehîn ên wekî av, elektrîk, tenduristî û perwerdeyê.