Şandeya Kurdî ya Hevbeş bi amanca garantiyên destûrî diçe Şamê

Şandeya Kurdî ya Hevbeş bi amanca garantiyên destûrî diçe Şamê

Piştî serdana Şanda ENKSê bo Şamê û hevdîtina bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re, amadekarî ji bo çûna Şanda Kurdî ya Hevbeş bo Şamê tê kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şandeya Kurdî ya hevbeş ku ji encamên “Konferansa Yekrêzî û Helwesta Kurdî” (ya ku di 26ê Nîsana 2025an de li Qamişlo hatibû pêkanîn) pêk tê, amadekariya serdaneke fermî bo Şamê dike.

Her çend heta niha dîroka tam a serdanê nehatibe diyarkirin jî, lê çavkanî tekez dikin ku şandeya hevbeş dê di demeke pir nêz de biçe Şamê, da ku bi rayedarên Hikûmeta Veguhêz re danûstandinan bike.

Tê payîn ku şandeya Kurdî di civînên xwe yên li Şamê de giringiyê bide parastina mafên gelê Kurd û misogerkirina wan di destûra bingehîn de; her wiha pirsên têkildarî pêvajoya demokratîzekirina Sûriyeyê û berfirehkirina azadiyên giştî û taybet, dê di rojeva sereke ya hevdîtinan be.