Gerilayên PKK berbi başûrê Kurdistanê ve???

Ji yekitiyeke berfireh re çi lazim e? HAK-PAR û PWK

Bûbê Eser

Roja ku PKK ji teref dagirkeran ve hatibû damezrandin, armanc û hedefa wê ew bû ku hemî hêjahiyên kurd û kurdistaniyan tek bibe. Ji bona Kurd nebin dewlet çi lazimbû ew kirin, hê jî dikin.

Xerabûn û wêraniya di bakurê Kurdistanê kirine, dagirkeran nikarîbûn ewqasî bikirana. Ji kuştin, wêranî, xendek û qesas ne diyar bigirin, çi tiştên xerab hebû anî serê Kurdên bakurê Kurdistanê.

Piraniya siyasetmedarên bakurê Kurdistanê xesandin ku nikaribin ji bona altarnatîfek Kurdistanî damezrînin, kar û xebatê bikin.Çi tiştên xerab û ne li rê hebûn anîn serê wan.

Li gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd û kurdistanî weha kirin ku ji bona ew jî nikaribin bi erkê xwe ve rabin. Piraniya wan berê kirin yên xwe, dûre jî xesandin. Ji bona nikaribin rêya rast nîşanî kurdan bidin da ku weke milet bikaribin xwe ji şevreşê azad bike û welatê xwe kurdistana şêrîn azad bikin û dewleta kurdî ragihînin.

Li Ozan û dengbêjan weha kirin ku da ku bi deng û awazên xwe nikaribûn derdê gelê xwe bi stranên kurdî bînin zimên. Milet tirsandin, kuştin û malên wan bi ser wande hilweşand da ku welatê xwe biterkînin, berbi metropolên tirkan ve herin.

Bi alîkarî û hevkariya dagirkeran sedî heyştê ew daxwaza dagirkeran anîn çih. Di nava partî û rêxistinên welatparêzan de hingê fesadî, gelajî, rant, meqam û kursî pêşkêş kirin ku hê jî hin partî û rêxistinên ji xwe re digotin, em kurdistanî ne, heşê wan hê jî nehatiye serê wan û di nava gerîneka PKK de dizîvirin.

Yanî bi gotinek argo bakurê Kurdistanê ji mêranî de xistin. Tiştên dagirkeran dixwestin pêk anîn.Yên ji mêranî de jî bikevin, wê nikaribin zarokan çê bikin. Piraniya yên hebûn jî li serê çiyan ji bona armanceke vala dane kuştin. Ji xwe welatekî bê zarok ango ciwan jî mirî ye…

Dûrê li başûrê Kurdistanê vegeriyan xwestin wan destkeftiyên hatibûn bi destxistin têk bibin. Ev jî weke şerê wan û Barzaniyan bû rê dan da ku hin endamên wan aciz nebin. Yanî xwest bêjin em li dij Feodalîzma Barzaniyan şer dikin. Lê armanca sereke têkbirina destkftiyên başûrê Kurdistanê bû, lê bi serneketin.

Li başûrê Kurdistanê jî gelek wêranî pêk anîn, lê nikarîbûn wir têk bibin. Lewra piraniya hêzên xwe bi alîkariya dagirkeran birin Rojavayê kurdistanê ku wir nebe xwediyê xwe û tu statuyan. Îro rewşa Rojavayê Kurdistanê baş tê zanîn ku ketiye çi rewşê, diyare. Bi gotineke din wir jî têk birin. Heger ne tam jî bi, lê bi qasî dagirkeran ji wan dixwestin bi serketin. Serketina wan bû wendakirina miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê…

Niha dîsa dixwazên ji nû de hêzên xwe, gerîlayên xwe bikşînin başûrê Kurdistan da ku wir jî weke Bakur û rojavayê Kurdistanê wêran bikin û wê destkeftiya heyî ji holê rakin. Divê deshilata başûrê Kurdistanê û taybetî Barazaniyên xwedî dîrokek dûr û dirêj ya tekoşîna ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê dane, haydarî vê rewşê û lîstikên PKK yên nû bin.

Çûyina gerîlayên PKK ya başûrê Kurdistanê ji nû de, ne ji xêrê re ye. Ew jî li ser daxwaza gotinên rêvebirên tirkiyê dikin. Ji ber ku wezîrê derveyê ê tirkiyê Hakan Fîdan gotibû: ”Rojava temam bû. Divê êdî me Qandilî (Hûn kurdistanê fêm bikin) jî biqedînin”.

Li gor min ev mesajek ji bona PKK ku hemî hêzên xwe bibin başûrê Kurdistanê da ku êdî  li hember Barzaniyan û desthilata wir şer bikin. Loma dibêjim, divê rayedarên başûrê Kurdistan û taybetî Barzanî ji bona êrîşên nû yên PKK amade bin.

Hebûna başûrê Kurdistanê mirin û têkçûna tirkiye û dagirkeran e. Ji ber vê ye heta ku ji destê wan bê wê bi saya PKK wir jî wêran û tune bikin. Li gel desthilat û Barzaniyan divê hemî kurdên cîhanê li hember êrîşên PKK yên nû xwe amade bikin…

Çawa ku hemî kurdên li ewropa ji bona rewşa rojavayê Kurdistanê rabûn ser nigan, divê bi wî awayî li hember tundûtûjiya PKK jî rabin.  Bi yek helwest û armancê biqîrên û bêjin: ”PKK ne rêxistineke kurdan e. Ew ji bona hêjahiyên Kurdistaniyan têk bibe, ji teref dagirkeran ve hatiye damezrand”. Ji ber ku heta PKK hebe dê kurd rehetiyê nebînin

Niha bi zelalî hatiye û tê zanîn ku armanca PKK li ser daxwaza xalanên xwe yên tirk, bi hemî hêzên xwe têdikoşin ku başûrê Kurdistanê têk bibin. Lewra niha gerîlayê xwe berbi başûrê Kurdistanê ve dikşînin. Ev jî xetereke mezin e.