Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Vatîkanê pêkvejiyan û rewşa pêkhateyan gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Vatîkanê pêkvejiyan û rewşa pêkhateyan gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de ligel Wezîrê Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher civiya û tekezî li ser parastina mafên pêkhateyên olî û neteweyî kir.

Di civînê de, her du aliyan guhertin û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî rewşa pêkhateyên olî û neteweyî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî pabendbûna Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan û xurtkirina çanda pêkvejiyan û lêborînê dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher pesnê jîngeha lêborîn, pêkvejiyana aştiyane ya li Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya Vatîkanê ji bo aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.