Biryar e yasayeke taybet bi çekdarên PKKê derkeve

Tirkiye-PKk-Net

Di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, amadekariya yasayeke taybet a bi navê “Yasaya Çarçoveyê” tê kirin ku tenê endam û girtiyên PKKê li xwe digire. Tê çaverêkirin ku bi vê yasayê re rê li ber “Mafê Hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan jî vebe.

Li gorî agahiyên ji nava Perlemana Tirkiyeyê, Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekitiya Neteweyî pêşniyara yasayeke demkî ya bi navê “Yasaya Çarçoveyê” kiriye. Ev yasa bi taybetî ji bo girtî û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê amadekirin. Sedema taybetbûna vê yasayê ew e ku PKKê bi fermî xwe hilweşandiye û çek danîne; lewma ev yasa endamên tu rêxistinên din li xwe nagire.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ev yasaya nû dê derfetê bide girtiyên ku salên dirêj di zindanê de mane ku mayîna cezayê xwe li derveyî girtîgehê derbas bikin. Her wiha ji bo girtiyên ku cezayê heta-hetayê li wan hatiye birîn, eger 25 salên xwe temam kiribin, dê bi şertê “çaksaziyê” deriyê azadiyê li ber wan were vekirin.