Ferman ji Sabrî Ok û Besê Hozat çû, civîna giştî ya Mezlûm Ebdî hate betalkirin

Ferman ji Sabrî Ok û Besê Hozat çû, civîna giştî ya Mezlûm Ebdî hate betalkirin

Mezlûm Ebdî ragihand civîna ku ew ê bi Kurdên li Almanya re bikira “ji ber sedemên ku ne destê wî de” hatiye betalkirin.

Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî bi şandeya Sûriyê re hatibû Almanya da ku beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibe. Ebdî, ku tê pêşbînî kirin çend rojên din li Almanya bimîne, biryar bû ku bi Kurdên li wir re bicive û civînan li dar bixe. Lê belê Ebdî betalkirina civînê ragihand. Di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniyê, Ebdî got, “Gelê me yê hêja li Ewropayê, diviyabû îro bi we re min hevdîtinek bikira. Me xwe amade kiribû. Lê ji ber hin sedemên ku ne di destme de, me nekarî vê bikin. Ez ji bo vê yekê lêborînê dixwazim.” Mezlûm Ebdî li ser “sedemên ku ne di destwî de bûn” ti hûrgilî neda.

Çavkaniyên ku Darka Mazî li Ewropayê pê re têkilî danî diyar kirin ku fermana “civînê li dar nexin” ji Qendîl û Îmraliyê hatiye. Çavkaniyên nêzîkî PKK ê li Ewropayê eşkere kirin ku Besê Hozat û Sabrî Ok, endamên rêveberiya PKK ê ya hilweşî, fermanek nivîskî ji rêveberiya xwe ya li Fransayê re şandine.

Li gorî çavkaniyan, di fermanê de ev daxuyanî hebûn: “Tê zanîn ku gelek hêz dixwazin li şûna rêber Apo kesekî din destnîşan bikin. Civînên giştî yên niha yên Mezlûm Ebdî dê hilmeta li dijî rêbertiya me xurt bikin û bibin sedema ku ew wekî alternatîfek ji bo rêbertiyê were pêşkêş kirin. Hem Komîteya Çapemenî û Weşanan û hem jî rêveberiya me divê baldar bin ku di vê pêvajoyê de kesayetek siyasî ya wisa neafirînin. Ji ber vê yekê, ne guncaw e ku heval Şahîn bi raya giştî re civîn lidarbixe. Wekî din, divê çapemenî civîna Munchenê û hevalên ku li ser navê Rojava beşdar bûn zêde dernexin pêş. li ser vê mijarê ji Komîteya Çapemenî û Weşanê re wê perspektîfeke nû were şandin.”

Tê gotin ku Sabrî Ok û Besê Hozat piştî nameya Ocalan a 27 ê Sibatê çûne Îmraliyê û li wir wekî sekreteryaya Ocalan kar kirine. Li gorî agahiyan Sabrî Ok û Hozat telîmatên ku ji Îmralîyê bo PKK ya hilweşandî tên digehînin û hemjî pêvajoya sîyasî dimeşînin. Ji ber vê yekê, nêrîna serdest ew e ku ji ber polîtîkaya “pêşîgirtina alternatîfa Ocalan” dijî Mezlûm Ebdî helwestekî wihe hatîye nişandan.