Nûredîn Ehmed: Hemî rêyên ku diçin bajarê Hesekeyê dê sibe bên vekirin

Parêzgarê Hesekeyê Nûredîn Ehmed çend pêngav ji bo vejandina asta xizmetkarî û birêvebirinê li wê parêzgehê ragihandin, herwesa tekez li ser berdewamiya pêkanîna pakêtekê ji planan jî kir ku armanc jê bilindkirina asta tenahî û hêsankariyên ji bo karûbarên welatiyan di sektorên cuda cuda de ye.
Parêzgarê Hesekeyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, hemî rêyên ku diçin bajarê Hesekeyê dê sibe (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) bên vekirin. Ev jî piştî temamkirina rêkarên pêdivî ji bo piştrastbûna ji ewlehiya hatin û çûnê tê kirin.
Nûredîn Ehmed amaje da wê yekê jî ku, îro (Şemî, 21ê Sibata 2026ê) di çarçoveya bizavên ji bo temamkirina karên Balafirxaneya Navneteweyî ya Qamişloyê de, şandeyeka teknîkî dê ji Şamê bigihîje Hesekeyê.
Navbirî ron jî kir ku, komîteyeka taybetmend li qayimqamiyê çavdêriya pêvajoya yekkirina dezgehên giştî ji bo bazirganiya genim û hilberîna genim kiriye, ji bilî vegerandina karmendên ku ji kar hatine derxistin ji bo ser karên wan li gorî rêkarên qanûnî. Herwesa got ku, rênimayî hatine dayîn ku îro hejmareka girtiyan li Hesekeyê serbest bên berdan.
Parêzgarê Hesekeyê herwesa destpêkirina geştên bejayî yên di navbera Hesekeyê û Şamê de jî ragihand, ku dê ji bo xurtkirina têkiliyan û hêsankariyên ji bo hatin û çûna welatiyan û kelûpelan bibe alîkar. Tekez jî kir ku, di qonaxa bê de pêngavên kiryarkî dê zêdetir bin, ji bo vejandina sektorên xizmetkariyan ên cuda cuda bi merema dabînkirina pêdivîtiyên xelkê wê parêzgehê.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera berî çend rojan fermana hejmar 30 a sala 2026ê derxist û tê de Nûredîn Ehmed Îsa wek Parêzgarê Hesekeyê destnîşan kir.