Serok Barzanî: Parastina zimanê dayikê erkekê neteweyî ye

Serok Barzanî di peyamekê de Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li hemî Kurdistaniyan pîroz kir û got: Parastina zimanê dayikê erkekê neteweyî ye.
Serok Barzanî îro roja Şemî, 21ê Sibata 2026ê, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de got: Roja Zimanê Dayikê li hemî Kurdistaniyên xweştivî pîroz be.
Serok Barzanî her di wê peyamê de tekez jî kir: Zimanê dayikê bingeha resentî, nasname, hişyarî û hevgirtina neteweyî ye; Parastina wî erkekê neteweyî ye.
Peyama Serok Barzanî:
Zimanê dayikê bingeha resentî, nasname, hişyarî û hevgirtina neteweyî ye; Parastina wî erkekê neteweyî ye. Roja Zimanê Dayikê li hemî Kurdistaniyên xweştivî pîroz be.