Ocalan: Ez dixwazim rasterast bi medyayê re biaxivim

Endama Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Pervin Buldan, zanyariyên nû derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kirin. Buldan eşkere kir ku Ocalan di hevdîtina dawî ya li girava Îmraliyê de tekezî li ser mafên xwe yên qanûnî kiriye.
Pervin Buldan diyar kir, Abdullah Ocalan lidarxistina konfransekî rojnamevaniyê wekî beşek ji mafên xwe yên yasayî dibîne û hêvî dike ku rayedarên Tirkiyeyê di demeke nêz de rê bidin vê daxwazê. Hat got jî, Ocalan dixwaze bi vî rengî peyamên xwe yên siyasî bi awayekî şefaf û bê navbeynkar bigihîne gel.
Li gorî gotinên Buldan, di hevdîtinê de rewşa tenduristî û jiyana Ocalan, geşedanên dawî yên pêvajoya çareseriya siyasî û her wiha amadekariyên qanûnî yên ji bo wan çekdarên ku dixwazin çekên xwe deynin, hatine gotûbêjkirin. Buldan destnîşan kir, tenduristiya Ocalan baş e û wî amadehiya xwe ya ji bo berdewamkirina piştgiriya rêya siyasî nîşan daye.
Buldan destnîşan kir jî, ji Ocalan hatibû xwastin ku pirsên rojnamevanan bi awayekî nivîskî bersiv bide, lê wî ev yek qebûl nekiriye. Ocalan li ser daxwaza xwe ya ji bo hevpeyvînên rûbirû yan jî konfransekî rojnamevaniyê yê berfireh, bi biryar e.
Pervin Buldan di dawiya axaftina xwe de tekez kir, wekî DEM Partî ew ê ji bo berfirehkirina kanalên pêwendiyê yên bi Abdullah Ocalan re hewldanên xwe berdewam bikin û şopînerê daxwazên wî bin.