Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Di raporê de mafê hêviyê nîne, efûya giştî çênabe

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, li ser rapora Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ragihand ku di raporê de gotina “mafê hêviyê” nîne.
Gurlek got, “Efûya giştî yan jî rêkxistineke taybet a ji bo kesekî nabe lê dibe ku di yasaya înfazê û têkoşîna li dijî terorê de guherîn bên kirin.”
Gurlek derbarê pêvajoya heyî û rapora Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku pêşkêşî Parlamentoyê hatibû kirin de daxuyanî dan.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser “mafê hêviyê” ku di çarçoveya pêvajoyê de ji bo Abdullah Ocalan tê xwestin got: “Di raporê de gotina mafê hêviyê nîne. Efûya giştî yan jî rêkxistineke taybet a ji bo kesekî nabe lê dibe ku di yasaya înfazê û têkoşîna li dijî terorê de guherîn bên kirin.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê got: Xeta sereke li vir peyitandina çekdanînê û bidawîanîna çalakiyên rêxistinê ye. Piştî vê yekê Parlamento dê gavên yasayî biavêje.”