Hejmareke teqînan paytextên Îmarat, Qeter û Behreynê hejandin

Îranê wek bersivdayîna êrîşên Amerîka û Îsraîlê, pêleke êrîşan li herêma Kendavê da destpêkirin. Li gorî zanyariyan, li paytextên Îmarat, Qeter û Behreynê dengê teqînên bihêz hatine bihîstin.
Li gorî Ajansa Frans-Presse (AFP) ku dispêre zanyariyên niştecihên herêmê, li Menamaya paytexta Behreynê herî kêm du teqînên bihêz hatine bihîstin. Di heman demê de, rojnamevanên li Dohayê ragihandin, pêleke nû ya teqînan li seranserê bajêr hatiye bihîstin û dengê teqînan tirs xistiye nava gel.
Li paytexta Îmaratê, Abû Dhabiyê jî dengê teqînan hat bihîstin. Jêderan ji ajansa AFP re ragihand, dûmaneke reş ji Bingehê Asmanî yê Al Dhafra yê li Abu Dhabiyê bilind dibe. Hat diyarkirin ku ev bingeha leşkerî yek ji navendên girîng ên herêmê ye.
Heta niha derbarê ziyanên canî û madî de daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên van welatan ve nehatiye belavkirin, lê rewşa awarte li herêmê berdewam dike.