Îranê kuştina Elî Xameniyî piştrast kir

Çapemeniya Îro berbisibehê ve kuştina rêberê bilind ê Olî yê Îranê ya di encama êrîşên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê de piştrast kir.
Ajansa Mehrê ya Îranê ragihand ku piştî lêkolîn û dûvdeçûnan nûçeya kuştina Rêberê Olî Elî Xamenêyî û keç, zava, bûk û neviyekî wî hatiye piştrastkirin.
Ev pêşhat di demekê de ne ku li herêmê şerekî dijwar heye û Herwiha Amerîka û Îsraîlê dinava van çend demjimêran de êrîşî 24 parêzgehên Îranê kirine.
Herwiha Ajansa Nûçeyan a Tesnim a fermî ya Îranê jî ragehad ku Xameneyî li mala xwe hate hedefgirtin û kuştin.
Herwiha diyar kir ku di dema kuştinê de ew li ser erkê bû.
Li gorî amarên destpêkê yên ku ji aliyê Heyva Sor a Îranê ve hatine ragehandin, heta niha zêdetirî 200 kesan mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Herwiha Serokê Amerîkayê jî derdora demjimêrên derengiya şevê ragehand û piştrast kir ku Elî Xameniyî di êrîşên wan ên esmanî de hatiye kuştin.