Encûmena Hevkariya Kendavê: Mafê me yê yasayî ye ku bersiva destdirêjiyên Îranê bidin

Encûmena Hevkariya Kendavê: Mafê me yê yasayî ye ku bersiva destdirêjiyên Îranê bidin

Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê ragihand, ewlehiya welatên endam nayê dabeşkirin û her êrîşeke li ser welatekî wan, wek êrîşa li ser tevahiya encûmenê tê hejmartin. Herwiha tekezî li ser mafê xwe yê yasayî kirin ji bo bersivdayîna destdirêjiyên Îranê.

Di dawiya civîna welatên endam de ku duh 1ê Adarê hat encamdan, Encûmena Wezîran a Encûmenê di daxuyaniyekê de ragihand: “Welatên endam xwedî helwesteke yekgirtî ne di rûbirûbûna van êrîşan de. Mafê me yê yasayî ye ku em hemû rêkarên pêwîst bigirin ji bo parastina serwerî, asayîş û aramiya ax û welatiyên xwe.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li gorî mîsaqa Encûmena Kendavê û rêkeftina parastina hevbeş, her destdirêjiyek li ser welatekî endam wek êrîşeke rasterast li ser hemûyan tê dîtin. Encûmenê bal kişand ser madeya 51ê ya Belgenameya Neteweyên Yekgirtî, ku mafê parastina takekesî û komî di dema destdirêjiyê de ji bo welatan garantî kiriye.

Encûmenê bi tundî êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê û Şahnişîna Urdinê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev êrîş binpêkirina eşkere ya prensîbên cîrantiya baş û yasayên navdewletî ne. Armancgirtina binesaziya sivîl û deverên niştecihbûnê, tawana mirovî ye û ziyanên madî yên mezin li pey xwe hîştine û bûye sedema tundûtûjiya li dijî welatiyên bêguneh.”

Encûmena Kendavê tekez kir, aramiya herêmê ne tenê mijareke navxweyî ye, lê belê stûneke sereke ye ji bo aboriya cîhanê. Daxwaza rawestandina yekser a êrîşan kir ji bo parastina rêyên avî û misogerkirina aramiya bazarên enerjiyê û zincîra dabînkirina cîhanî.

Tevî tekeziya li ser mafê parastinê, encûmenê diyar kir ku ew her tim bijardeya diyalog û dîplomasiyê ligel Îranê ji bo çareserkirina kêşeyan, bjiardeya beş e û di vê çarçoveyê de pesnê rola Siltannîşîna Omanê dan.

Di heman demê de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî hat kirin ku berpirsyariya xwe hilgire û helwesteke yekalîker bigire, ji bo rêgirtina li dubarebûna van binpêkirinan ku aştî û asayîşa cîhanê dixin metirsiyê.

Di dawiya daxuyaniyê de, encûmenê destxweşî li şiyan û amadebaşiya hêzên çekdar û sîstemên parastina asmanî yên welatên endam kir, ku karîne bi profesyoneliyeke bilind rûbirûyî êrîşên mûşekî û dronan bibin û metirsiyan kêm bikin.