HETA REWŞ EV BE? YEKITÎ PÊK NAYÊ!!!

HETA REWŞ EV BE? YEKITÎ PÊK NAYÊ!!!

Bûbê Eser

Heta ku li bakurê Kurdistanê, partî, rêxistin û sexsiyetên ku dibêjim em Kurd û Kurdistanî ne, di rojên temsila gelê kurd dike, bi hevre pîroz nekin, baweriya min tune ye ku bibin yek an bi hevre karên siyasî di bin konekî neteweyî de jî bikin.

Dema her yek ji wan û li yek bajarî Newrozê pîroz bikin ku ev cejna Miletê Kurd e. Ev bi me dide zanîn ku hê jî partiyên me ji hev dûr in. Berjewendiya partiyên xwe di ser ya miletê xwe re digirin. Ya ne divê Newrozê bi hevre bê pîroz bikin.

Deme her yek ji wan bîranîna nemir Barzanî di komela an cihê partiya xwe de, ne li kolanan lê di nava çar dîwaran de bikin, li gor min tu maneya xwe nade ku em nemir weke serokê neteweya kurd e, bi bîr tînin. Ev tê wê wateyê ku herkes li gor xwe nemir bi bîr tînin. Ne weke rêber û serokekî neteweyî ya gelê kurd, dibînin. Ev jî bi me dide zanîn ku hê partiyên me li ser xeta neteweyî ne li hev in. Hê jî ji hev dûr in.

Dema ku di rojên bîranîna mezin û tekoşerên xwe de, her partiyek ku dibêjin em Kurdistanî ne û ew bi xwe bîranîn an pîroz kirinê bi serê xwe bikin, ne maqûl e. Ji ber tekoşîn û berxwedana hemî rêber û mezinên me ji bona kurdistaneke azad û serbixwe bû.

Madem partiyên me jî wê diparêzin, divê ew bîranîn û tekoşeriya mezinên xwe bi hevre pîroz bikin. Çima yên doza Kurdistanê dikin vê bi hevre pîroz nakin? Her yek bi serê xwe pîrozkirin, rêber û serokên di ber tekoşîna Kurdistanê de bûne cangorî, ne rast û dirust e. Ji ber ku hemî ji ber yek armancê bûna cangorî. Divê em jî weke kurd roja wan bi hevre bi bîr bînin an pîroz bikin ku qîmet û rûmeta xwe bêtir hebe.

 Dema ku kurdên siyasî yên bakurê Kurdistanê di rojên weha girîng de bi hevre wê pîroz nekin, hûn bizanibin hê yekitiya nava mala Kurdên bakurê Kurdistanê dûr e. Loma jî gava ewil ew e ku berê di rojên weha de bi hevre bûn û li gel hev pîroz kirin e. Bi hêz û qaweteke mezin, bi girseyek bilind pîrozkirin bêtir wateya xwe pêk tîne.

Çi dema tiştên min li jor anîn zimên, kurdên bakurê Kurdistanê bi hevre bikin, hûn bizanibin ku êdî yekitî û yekrêziya nava mala wan gihiştiye qonaxa herî nêzîk. Ew qonax jî dê ji me bixwazî ku em her yek jî erka xwe bînin cih.

Ji xwe erka rewşenbîr, nivîskar û zaneyên gel, ew e ku ji bona yekgirtin û yekrêziya nava mala kurd xwe biwestînin, kar û xebatê bikin da ku ew bi serkev e.

Êdî divê her endamên partiyên kurdistanî li ser vê bisekinin û hewl bidin ku partiyên wan, rojên neteweyî bi hevre û li gel hev pîroz bikin. Pîrozkirinên bi vî rengî, nêzîkbûna wan jî tîne holê ku sibê bi rehetî dikarin bibin yek.

Ya herî girîng ew e ku êdî dost û dijmin jî dê bizanibin ku kurd fêrî pîrozkirina rojên xwe yên neteweyî bi hevre bikin, bûne. Ev jî gaveke ku dê me kurdan bi berhev bîne ku sibê em ê bi rehetî yekitiya xwe, ji cîhanê re diyar bikin. Ji ber ku heta em nêzîkî hev nebin, em ê nikaribin bibin yek an di bin konekî neteweyî de yekitiya xwe pêk bînin.

Ji ber vê ez dibêjim ku divê êdî partî û rêxistinên kurdistanî di rojên sembola kurdistanê de, serok û rêberên kurdan de, divê em li gel hev wê pîroz bikin. Rojên reş jî bi hevre şermezar bikin. Li gor min gava bi hevre yekitî an karkirin dê ji virde destpê bike.

Hatina me ya ba hev ruhiyeta Kurdistanî dê bi endam, dost û rêhevalên xwe re geş bike. Geşbûna wê ruhiyetê jî qaweta berxwedan û serînetewandina gel li hember dagirkeran nîşan dide.

Îro li rojhilatanavîn guherandinên mezin dibe û pêk tên. Heger em yek bin. Xwedî yek hêz bin, xwedî serokekî hemî kurdan temsîl bike hebe (li gor min ew heye. Ew jî serok Mesûd Barzanî ye) em ê weke Kurd ji van guherandinên pêk tên sûdeke baş bigirin.

Lê li bakurê Kurdistanê hê tu rohniyeke weha pê neketiye. Loma jî li bakurê Kurdistanê herkes hê bi serê xwe ne. Her partî xwe didin pêş, weke îspat bike ku ew bi tenê heye. Divê êdî em ji vê tenêbûnê xwe azad bikin. Bibin yek. Bayê azadî û serxwebûna Kurdistanê berbi me de tê. Ev jî firseteke sed salan e. Gelo heta sed salekî din wê firseteke weha bi dest me bikeve an na?

Lewra divê em weke kurd partiyên me yên siyasî, vê yekê, rojekê berî rojekê pêk bînin da ku em bikaribin doza meletê xwe bi hevre biparêzin. Ji parastina mafê Kurdistaniyan re jî hêz û qawet lazim e, ew jî em dikarin bi hevre wê pêk bînin. Heta em bi hevre wana pêk neynin weke seydayê CEXERXWÎN gotiye:

“HETA KU EM NEBIN YEK EM Ê HERIN YEK BI YEK”