Tirkiye sîstema Patriot li Meletiyê bicih dike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, di çarçoveya rêkarên parastina sînor û asmanê welêt de, sîstema berevaniya asmanî ya Patriot li bajarê Meletiyê tê bicihkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê îro 10ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber pêşhatên dawî yên li navçeyê, wan rêkarên pêwîst ji bo parastina ewlehiya sînor û asmanê welêt girtine ber xwe. Enqere di vê mijarê de jî bi NATO û hevpeymanên xwe re di nava şêwir û hevahengiyê de ye.
Bi piştevaniya NATOyê sîstema Patriot tê bicihkirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji bilî rêkarên li ser asta neteweyî, NATOyê jî rêkarên parastina asmanî û mûşekî zêde kirine. Di vê çarçoveyê de hat ragihandin: “Sîstema Patriot a ku ji bo piştevaniya parastina asmanê Tirkiyeyê hatiye veqetandin, dê li Meletiyê were bicihkirin.”
Wezareta Berevaniyê tekez kir, Tirkiye şiyana xwe ya parastinê û ewlehiyê di asta herî bilind de diparêze û ji bo asayîş û aramiya navçeyê, ew ê di nirxandina pêşveçûnan de ligel NATO û hevpeymanên xwe bi awayekî hevaheng bixebitin.