Qeter êrîşa li ser Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar dike

Wezareta Derve ya Qeterê bi daxuyaniyeke fermî, êrîşa li ser avahiya Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Îmaratê ya li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê îro 10ê Adarê derbarê êrîşa dronî ya li ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armancgirtina nûnertiyên dîplomatîk, binpêkirina aşkere ya nerît û yasayên navdewletî ye.
Wezareta Derve ya Qeterê bal kişand ser parastina saziyên dîplomatîk û got: “Ev êrîş li dijî Peymana Viyanayê ya derbarê peywendiyên dîplomatîk de ye, ku parastina avahî û karmendên dîplomatîk misoger dike.”
Herwiha hevxemiya xwe ligel Dewleta Îmaratê nîşan da û tekezî li ser pêwîstiya parastina nûnertiyên dîplomatîk kir. Qeterê daxwaz kir ku garantiyên tam ji bo silametiya dîplomatkaran werin peyda kirin, da ku bûyerên bi vî rengî cardan dubare nebin.
Ev helwesta Qeterê di demekê de tê ku civaka navdewletî ji bo aramiya herêmê û parastina serweriya saziyên navneteweyî bangên xwe zêde kirine.